Yekîtiya Ewrupa li Kurdistanê nûnertiya xwe vedike
Piştî wê yekê ku Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji endamên Parlemena Ewrûpa kir, jenosaydkirina Kurd bi fermî nasbikin û nûnerayetiya siyasiya Yekîtiya Ewrupa li Herêma Kurdistanê da vekin, Parlemena Ewrûpa li rûniştina vê sêşêm û çarşemê pirsên rojhilata navîn guftûgo kirin.
Her dû hefte ya piştî gotara Serok Barzanî li Parlemena Ewrûpa û daxwaza Serokê Kurdistanê, Parlemena Ewrûpa daxwaz kir Yekîtiya Ewrûpa nûnerayetiyek li Herêma Kurdistanê da veke.
Li vê çarçêweyê da Stirwan Stevenson Endamê Parlemenaî Ewrupa ji bilî balkişandina li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê, dibêje Ewrûpa qerzdarê başiyên Serok Barzaniye û behsa rola Barzanî û cemawerê Kurdistanê jî kir.
Ew dibêje ji bilî jenosayd û wan hemû êş û janên li ser gelê Kurd da hatiye, Kurdan sedan hezar koçberên Sûriye û her wiha birayên mesîhî û wan kemîneyên din jî himbêz kirine ku ji tirsa terorê ew koçber li Herêma Kurdistanê bi cîh bûne.