Husen sedema neçûna Barzanî ya Amerikayê eşkere dike
Fuad Husên: Serokê Herêma Kurdistanê me agahdar kir û got ku ez nikarim serdana Amerîka bikim heta ku ew kêşe neyê çareser kirin
Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li hevpeyvînek da li gel beşa Kurdiya Radyo Dengê Amerîka dibêje: “Belê ewe raste. Li rastiyê da ku dawet hat û dema wê hate danîn û dema dîtina Serok Obama û Joe Biden Cîgirê Serok Komar roja în 31.01.2014 li wê demê de cenabê Serok her vê pirsiyarê ji Amerîkayiyan dikir çi ewên li Kurdistanin yaxud li rêya Balyozê Amerîka li Bexda ku navê Partî(PDK) û Yekîtî(YNK), li wê lîsteyê rabikin
Fuad dibêje: Eve dû sê sale nûnerên her dû Yekîtî(YNK) û Partî(PDK) û Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijul bû wan navan ji wê lîsteyê rakin û vê carê jî Serokê Herêma Kurdistanê ku dawet ji bo wî hat û demek hate danîn û got: Ji bo min li rewşeke neguncawdaye, ji bo min şerme ku ez bêm Amerîka, lê belê xelkekî zêde ku endamê van dû Partiyane yan ne alîgîrê wanin yan Pêşmergeyê van dû partiyê ne nekaribin serdanê bikin yan ku diçine konsolxaneya Amerîka li Hewlêr vîzeyê nadin wan. Ji ber ku endamê vê partiyêne û eve min dixe barekî neguncaw ve, eve ji bo min zehmete eger ew îş neyê kirin ez bême Amerîka.