Grupê Ala vê carê ji bo Vizeya Amerika komdibe
Grupê Ala ku rêxistineke medenî ye li Kurdistanê, bi çalakiyên xwe yên niştimanî û welatperwerî ve hatiye naskirin niha jî agahdariya çalakiyeke nû dike.
Grupê Ala li ser rupela civakiya Facebookê agahdariyek belav kiriye û têda daxwaza kombûna endam û alîgirên xwe dike ku sibê li ber nivîsîngeha Parlemena Kurdistanê ya li Dihokê kom bibin.
Li agahdariyê de wiha hatiye nivîsin: Sibehî rêkefta 06.02.2014 demjimê 12:00 ê nîvro Grupê Ala û di gel çend navend û rêxistin û grupan dê li ber nivîsîngeha Parlemena Kurdistanê li Dihokê kombibîn û ev kombûn li dor helwesta Kurdan di gel Amerîka ku hêsankariya vizeyê ji bo hemwelatiyên Kurdistanê pêkbîne û hêvîdarîn amadebibin û her dîsan piştevanî ji bo daxuyaniyên Serok Barzanî (Bila şermezarê Amerîka bim neku şermezarê welatê xwe bim)!