FlaşNivîsar

Hinek alî di nava PKKê de li dijê “pêvajoyê”disekinin..!

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê li ser “pêvajo”ya heyî gelek gotûbêj têne kirin. Rayedarên dewletê yekdeng in. Pêvajoyê wek “Pêvajoya Tirkiyeyeke Bê Teror” bi nav dikin, di hemû daxuyaniyên xwe de behsa pêşketina pêvajoyê dikin û bi israr dibêjin ku dê ev pêvajo heta dawiyê biçe. Lê belê hin caran, bi taybetî Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan dide xuyakirin ku, îhtîmal e hin provokasyon ji bo têkdana pêvajoyê hebin, lê ew tu carî rê nadin van provokasyonan ku pêvajoyê têk bibin.

Ji aliyê din ve PKK ne yekdeng e. Dengên cuda di nava DEM, Qendîl û medyaya PKKê de têne bihîstin. Daxuyaniyeke ji berpirsên PKKê Duran Kalkan gelekî balkêş e. Kalkan dibêje, “Eger pêvajo têk biçe dê şerekî gelek dijwar dest pê bike û kesek nikare pêşiyê lê bigire.” Ji aliyekî din ve, hin berpirsên DEMê jî bi tundî rexneyan li hikûmetê û Ak Partiyê digirin û dibêjin ku ew dihêlin ev pêvajo dereng bikeve û pêvajo pir hêdî bi rê ve diçe.

Di rojnameya girêdayî PKKê ya bi navê Yeni Yaşam a ku bi zimanê Tirkî weşanê dike de, nivîskarê nêzîkî PKKê Aziz Tunç gotarek nivîsandiye. Tunç di gotara xwe de bi giştî gazindan dike û dibêje ku heta sîstema dewletê ji serî heta binî neyê guhertin, ev pêvajo pêk nayê.

Tunç dibêje: “Sedemeke vê rawestanê taybetmendiyên avahîsaziya dewletê ne ku bi demokratîkbûnê re ne lihevhatî ye. Dewleta Tirkiyeyê dewleteke paşverû û dij-demokratîk e ku tê de civakên neteweyî û olî yên cuda têne tepeserkirin, dadwerî amûrek hikûmetê ye, medya berdevkê hikûmetê ye, karker, jin û ciwan têne bindestkirin, xweza tê wêrankirin û tenê yên ku îstîsmar dikin dikarin çi bixwazin bikin. … Ji bo ku aştî û demokratîkbûn di dewleteke wiha de çêbibe, divê veguherîneke demokratîk a radîkal çêbibe û divê avahiya dewletê ji jor ber bi jêr ve were guhertin. Lê belê, dewleta Tirkiyeyê ji guhertinên demokratîk re girtî ye. Di encamê de, dewlet nikare bibe demokratîk, aştî bi gelê Kurd re ne mimkun e û pêvajo pêş nakeve. Sedema duyemîn a rawestanê bi wateya ku dewlet dide pêvajoyê ve girêdayî ye. Berevajî baweriya gelemperî, dewlet naxwaze vê pêvajoyê bi kar bîne da ku ji nû ve hilbijartina Erdogan wekî serokkomar misoger bike, lê belê dixwaze Tirkiyeyê wekî hêzeke emperyal li herêmê ava bike. Ji bo vê armancê, dewlet plan dike ku derfet û têkiliyên ku ji hêla vê pêvajoyê ve hatine afirandin bi kar bîne û her weha enerjiya nifûsa 60 mîlyonî ya Kurdan bi kar bîne. Di vê pêvajoyê de, ew ê ji pirsgirêka Kurd jî xilas bibin.”

Nivîskar pir eşkere dide xuyakirin ku bi vê dewletê re ne mimkun e demokrasî bê Tirkiyeyê û ew ji bo pêvajoyê ne dirust in.

Nivîskar di berdewamiya gotara xwe de dibêje: “Bi gotineke din, taybetmendiya avahîsaziya dewletê ya ku rê li ber demokratîkbûnê digire û armanca Erdogan a bûyîna hêzeke emperyalîst a herêmî, rê li ber aştiyeke rastîn a bi Kurdan re û demokratîkbûna dewleta Tirkiyeyê digire. Di van şert û mercan de, dema ku Kurd li dijî ferzkirinên dewletê derdikevin, pêvajo an disekine an jî hêdî dibe. Ev tê vê wateyê ku dewlet bi xwe, bi afirandina astengiyan, berpirsiyarê hemû derengketin û rawestanên di pêvajoyê de ye.”

Tunç di dawiya gotara xwe ya dirêj de dibêje: “Bi kurtasî, dewlet dixwaze projeya aştî û civaka demokratîk bi kar bîne da ku bibe hêza emperyal a herêmê. Mekanîzmayên ku wan danîne, rêbazên ku ew bi kar tînin û hemû girêdan û têkiliyên wan li gorî vê yekê têne şekildan. Lê belê, hesabên dewleta Tirk li hundur bi rastiya li qadê re li hev nakin. Hejmara nifûsê ya bilind, rêxistin û avahiyên siyasî yên Kurdan dê planên dewletê têk bibin.”

Li vir nivîskar hem xwe û hem jî xwendevanan dixapîne. Ji ber ku navê pêvajoyê di lîteratura dewletê de ne “projeya aştî û civaka demokratîk” e. Hin alîgirên PKKê vî navî li pêvajoyê dikin.

Ya duyemîn, ev pêvajo ne pêvajoyeke çareseriya pirsa Kurd e. Pêvajoya tunekirina “terorê” ye û peymaneke di navbera dewletê û Abdullah Ocalan de ye. Pêvajoya fesihkirin û bêçekkirina PKKê ye.

Pirsa Kurdan pirseke neteweyî ye û çareseriya vê pirsê tenê bi pêkanîna mafên neteweyî yên rewa yên Kurdan ve girêdayî ye.

Alîgirên PKKê xwe dixapînin û wisa difikirin ku ew nûnertiya hemû Kurdan dikin. Ew tenê nûnertiya rêxistina xwe dikin. Dê pêvajo bixwe îspat bike ku ew nûnertiya hemû derdora xwe jî nakin.

25.10.2024

Nêrîn / Şirove

N.F.

Back to top button