Polîtîk
Behsa pêwîstiya parastina Herêma Kurdistanê kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Brîtanyayê Jonathan Powell kir.
Di civînê de, ku Balyozê Brîtanyayê li Iraqê û Konsulê Giştî yê wî welatî li Herêma Kurdistanê jî amade bûn, guftûgo li ser rewşa ewlehî û giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hatin kirin.
Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, pêşxistina pêwendiyên dualî û hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de, bi taybetî ji bo rûbirûbûna koça neyasayî.
Di beşeke din a gotûbêjan de, behsa hewildan û danûstandinên ji bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.


