FlaşHevpeyvîn

Serok Nêçîrvan Barzanî: Rojhilata Navîn li ber qonaxeke nû ye

Êvara îro Duşemê 12/10/2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî panelekê ya dîdara salane ya MERI bû û di gotûbêjekê û di bersiva çend pirsan de, bal kişande li ser çend mijar û babetên girêdayî Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê.

Naveroka dîdarê:

– Meha 4 şer hebû, mixabin Hewlêr hatibû dronbarankirin, lewma divê em behsa wê babetê bikin. Lê di heman demê de dixwazim behsa Iraqê jî bikim, wek çawa mêvanên berê, di nav de birêz Serokwezîrê berê behsa Iraqê kir. Paşê jî hez dikim behsa pirsa Kurd, doza Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û navçeyê de bikim. Lê bi rastî pirseke heye ku ez wiha dizanim li cem me hemûyan çêbûye; me tiştek bihîst berî demekî, lê belê ez dizanim zêdetir ji 80% ya holê tênegihiştin babet çi ye; çîroka Birnoyê çi ye? Wateya wê Birnoya ku kak Bafil behs kir çi bû?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Asayî ye, kak Qubad li vir e? Ez dibêjim di dawiya axaftinên xwe de, kak Bafil got: “Ez her Birnoya xwe jî dixwazim”, wisa nîne? Ew Birno tiştek e di navbera kak Bafil û cenabê Serok Barzanî de, belê, di navbera wan bi xwe de. Di civînekê de ku ez jî û em her sê bûyîn, kak Bafil daxwaz ji cenabê Serok kir; diyar e Birno cenabê te jî dizane sembola destpêkirina şoreşa Kurdistanê ye, bi wê dest pê kir di sala 1961 de, wisa nîne? Ji cenabê Serok re got ku ez dixwazim tu Birnoyekê wek diyarî bidî min, wî jî got: “Baş e”. Ez dibêjim kak Bafil heta niha jî her ew behsa ku kiriye, daxwaz dike bi zûtirîn demê de wê Birnoyê werbigre. Bêguman em hemû jî em ê wê ji cenabê Serok re bibêjin û ez dibêjim dê cîbicî jî bibe. Çîroka Birnoyê wisa ye.

– Çîroka Birnoyê; niha em hemû têgihiştin, zelalî û eşkerebûn ji bo tiştên wisa baş e. Qurban, cenabê we wek çawa jîriya destkird got, salek te hebû ku tijî çalakî bû; hem wek Serokê Herêmê, hem wek serkirdeyekî siyasî yê Kurd, hem bi rastî wek xwe û kesayetiya xwe û têkiliyên xwe. Lewma dibe ev pirsyar ji her sê rûyan ve ji cenabê we bikim. Ev rewş û barûdoxa ku niha Rojhilata Navîn pê re derbas dibe; şerê Amerîka û Îsraîl ligel Îranê, pirsa Hurmuz, pirsa kêşeya aboriya navdewletî ku behs hate kirin; gelo ev rewş û tengasî tiştekî demkî ye û şerekî din e wek şerên din? An jî cenabê we wisa dibîne ku destpêka qonaxeke nû ye di siyaset û ewlehiya Rojhilata Navîn de?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi piştrastiyê ve destpêka qonaxeke nû ye li navçeyê de. Ew tiştê ku dest pê kiriye ew nîne tiştekî demkî be û biqede. Bi piştrastî em jî wek Kurd di vê de, hem derfetên me hene, hem jî dibe ku gef jî me hebin, lê ez dibêjim em dikarin derfetan gelek zêdetir bibînin ji wê yekê ku gef bin bo Herêma Kurdistanê û bo Kurd bi awayekî giştî. Ez bi xwe wisa dibînim.

– Dikarin behsa gefan ji me re bikin? Yekem, duyem, sêyem mezintirîn gef hem bo Iraqê û hem bo Herêma Kurdistanê çi ne?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Mezintirîn gef niha bo rewşa Iraqê eger em lê binêrin, dibe ku zêdetir gefeke aborî be; ango pirsa aborî û pirsa wê yekê ku rewşa Iraqê ber bi ku ve diçe ji aliyê aborî ve. Ji ber ku cenabê we dizane Iraq piştbestineke gelek zêde bi hinardekirina petrolê ve heye û di van şeran de Iraq ji %90 zêdetir piştbestina wê li ser petrolê ye, tenê riya hinardekirina petrola wê ya kirdarî niha Tengava Hurmuz e. Yek ji astengên mezin li pêşiya Iraqê bi awayekî giştî ev babeta aborî ye. Ev e yek e.

– Belê, gefên din?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Bêguman gefên din ew e ku bi awayekî giştî li ser me ye, gelo Iraq û Herêma Kurdistanê jî ligel Iraqê, ber bi çi siyasetê ve diçe? Gelo em li Iraqê de wek welatekî xwedî serwerî tevgerê dikin? Wek welatekî asayî ku peywendî hebe ligel derdora xwe, peywendiyeke baş hebe di navxwe ya Iraqê de û li derveyî Iraqê de? Ez dibêjim ew mezintirîn asteng e derbarê Iraq û Herêma Kurdistanê jî wek beşek ji Iraqê. Ez dibêjim divê Iraq di vê babetê de gelek bi ciddî hewl bide wek welatekî xwedî serwerî reftarê bike û baştirîn peywendî ligel cîranên xwe û ligel derve de hebe.

– Ev gef in, derfet çi ne?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Derfet gelek in. Eger derbarê Kurd de hesab bikî, xwezayî ye derfet heye bo Kurd, lê Kurd li her welatekî ku tê de dijî li gorî taybetmendî û jiyana Kurd li wan welatan; ev derfetên baş in bo Kurd hem li Tirkiyê û hem li Sûriyê û heta li Îranê jî derfet heye. Bi rastî ew derfetin ku Kurd dikare kar li ser wan derfetan bike bo ku bibin derfet ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi awayekî giştî.

– Ez dixwazim hinekî kûrtir biçime nav derfetan û welat bi welat pê de herim, ji ber ku bi rastî dema em nûçeyan dixwînin, hêvî û omîd kêm e. Heta dema şîrove tê kirin bo rewşa Herêma Kurdistanê, Rojava be, pêvajoya aştiyê be li Bakur an jî Rojhilat û Îran, nûçe û şîrove bi erênî behs nakin. Lê cenabê we dibêje derfet heye, hûn çawa dibînin em werin welat bi welat behs bikin? Ka ji Bakur ve dest pê bikin; pêvajoya aştiyê li Bakur di navbera PKK û di navbera hikûmeta Tirkiyê de, bi xwendina cenabê we û bi nirxandina cenabê we heta çi radeyê ciddî ye, û heta çi radeyê metirsiya wê li ser e ku ji rêya xwe derkeve?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Ez dibêjim sibê birayê birêz kak Tuncel Bakirhan panelek wî heye û ew zêdetir dikare li ser wê babetê biaxive, lê bila ez boçûna xwe behs bikim. Derbarê me li Herêma Kurdistanê berdewam ew pirsyar hebûye ku gelo ev pêvajoyekî ciddî ye an jî pêvajoyekî neciddî ye? Pîver bo wê ku ciddî ye an ciddî nîne diyar e, ango pîver jî aşkere ne. Ez bi xwe ji aliyê kesayetî ve di dîdara xwe de ligel Serok Erdogan, heta wê demê ku min ligel cenabê wan civîn nekiribû, bi temamî tênegihiştibûm ji wê ku ciddî ye an na, lê bi rastî di van du salên borî de ew tiştê ku min ji Serok Erdogan dîtiye, ev pêvajo pêvajoyekî ciddî ye. Ew tiştê ku min ji Îmraliyê jî dîtiye û ew tiştê ku ez dizanim û agahdar im ji aliyê Serok Ebdullah Ocalan ve jî, ew jî ciddî ye. Birayên me jî ji DEM Partiyê, ew gelek di nav babetê de ne û ew jî bi ciddî dest danîne vê babetê. Ez dibêjim ev pêvajo bi ciddî ber bi pêş ve diçe, lê dibe ku gileyî hebe ji wê yekê ku gav avêtin hêdî ne. Bi raya min ew gelek asayî ye; pêvajoyek çil sal pirsgirêk, çil sal şer, çil sal hev nexwendin, çil sal înkarkirin, çil sal bi neteweyekê bêjî tu nînî, ango ev çil sale tu nikarî hemû van pirsgirêkan, pêşbînî bikî ku hemû bi şev û rojekê çareser bibe. Lê bila em li pêvajoyê binêrin; di du salan de eger tu tişt nehatibe kirin, ev du sal e dayik li wir kezebşewitî nebûne û kes nehatiye kuştin. Ev kêm nîne. Du sal e pêvajoyek heye, bi hêdî birêve diçe lê şer nîne. Lewma cenabê we tiştek bizane; tu destkeft nebe jî, her ew bi xwe ku heta niha şer nebûye, heta niha kuştar nîne, heta niha pirsgirêk nîne, ev destkeftiyeke mezin e. Ez vê wek pêvajoyeke ciddî dibînim. Gav dibe gelek bi wî awayî lezgîn nebin wekî ku em pê kêfxweş in, lê li ser rêçeke rast û bi arasteyeke durist diçe. Ji bo ku ew jî ji we re behs bikim, bo ku bi Serok Erdogan re bêjim pêvajo li cem me ciddî ye û em pê kêfxweş in, di civînekê de min got: “Cenabê Serok, cîhan gelek guherî.” Pirsî: “Çi guherî?” Min got: “Cenabê we bîr lê bike, em Kurd – wê demê Bahçelî li nexweşxaneyê bû, nexweş bû – min got em Kurd niha duayan dikin û dibêjin bila tenduristiya Bahçelî baş be!” Min got ev nîşana guherînê ye, nîşana wê ye ku em gelek bi ciddî li vê pêvajoyê dinêrin û hêviya me ew e bigihê encamê.

– Rola Herêma Kurdistanê çawa ye? Çawa alîkarî dide?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Rola Herêma Kurdistanê, dema dibêjim Herêma Kurdistanê, behsa hemû herêmê dikim; ango bi awayekî giştî hem li Hewlêr û hem li Silêmaniyê, rola me alîkar e bo wê pêvajoyê. Em alîkariya vê pêvajoyê dikin, ew tiştê ku li ser milê me be, ew nîne bêjî em biçin navbeynkariyê bikin, lê ew tiştê ku ji me re hatiye gotin ji herdu aliyan, çi pêwîst e li ser milê me wek Herêma Kurdistanê, em amade ne bikin û me kiriye jî. Naxwazim biçim nav hûrguliyan çi hatiye kirin, baştir e em neçin nav hûrguliyan; lê ew tiştê ku pêwîst bûye ligel Enqere û ligel Qendîlê, ew tiştê ku pêwîst bûye li ser milê herêm û hikûmeta herêmê bûye û li ser milê me bûye, me kiriye û em ê di gavên xwe de berdewam jî bin. Cenabê we dizanin li perlementa Tirkiyê yasayek derket, niha îro an duh civîna Encûmena Asayişê li Tirkiyê li ser vê babetê ye. Divê em bîhnfireh bin ligel vê pêvajoyê, bîhnfirehiyeke gelek zêde jî divê hebe, lê ew tiştê ku ez dixwazim bêjim, ez dibêjim di rêyeke rast de ber bi wê arasteyê ve diçe ku pirsgirêk çareser bibin.

– Heger pirsgirêk çareser bibe, çi destkeftî bo Herêma Kurdistanê tê de heye?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Destkeftiyeke yekcar zêde ye. Siyaseta Herêma Kurdistanê wek bingeh ew e ku ev pirsgirêk divê her welatek li gorî taybetmendiya xwe, di çarçoveya wî welatî û cografyaya wî welatê ku Kurd tê de dijîn de çareser bibe. Bi piştrastî eger ev çareser bibe, bi raya min bo Herêma Kurdistanê jî qonax û destpêkek nû dest pê dike, hem di peywendiya xwe de ligel Tirkiyê di hemû rûyan ve û hem derbarê hevsozî û piştevaniyê jî bo birayên me li Tirkiyê.

– Lewma rehendek bo Herêma Kurdistanê ye û rehendek bo Tirkiyê bi xwe ye?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Rehendek bo Herêma Kurdistanê ye û rehendek bo Tirkiyê bi xwe ye. – Bila ez wê jî zêde bikim – Tirkiye jî diçe qonaxeke gelek girîngtir. Ango ew nîne bêjî tenê Kurd, eger ev pirsgirêk çareser bibe, Tirkiye jî ji vê qonaxa niha diçe qonaxeke gelek cuda ku bikaribe rola xwezayî ya xwe li navçeyê de bilîze. Ji ber ku çareseriya vê pirsgirêkê tiştekî kêm nîne, tiştekî gelek mezin e û bi rastî hêjayê wê ye eger kesek hêjayê wê be xelata Nobelê werbigire, divê ew kes be ku vê pirsgirêkê çareser dike. Bi raya min kesê yekem cenabê Serok Erdogan e.

– Eger ev pêvajoya aştiyê bo Herêma Kurdistanê baş be, bo Kurd li Tirkiyê baş be, bo doza Kurd baş be û bo Tirkiyê bi xwe jî baş be, di berjewendiya kê de ye ku sernekeve? Bi rêya xelet ve bibe û kî dikare têk bide?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Pirseke gelek zehmet e! Eger war hebe bila dev jê berdin, lê ew tiştê ku girîng e, em hemû pabendî wê bin û alîkar bin bo ku ev pêvajo serkeve û derfet nedin wan destên ku hez nakin ev pêvajo serkeve. Ewên ku hez nakin ev pêvajo serkeve ew in ku dijminê Kurd in, dijminê Tirkiyê bi xwe ne, ew in ku hez nakin.

– Di van 12 mehên borî de eger em biçin Rojava, bûyerên zêde li Rojava rû dan. Nirxandina cenabê we bo hemû wan bûyeran çawa bû, lê ji wê jî girîngtir encama ku niha em pê dijîn û nûnerên Rojava jî li vir amade ne, nirxandina te bo wê tiştê ku niha pê gihiştine çawa ye?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi nirxandina min ew tiştê ku heta niha hatiye kirin, eger mirov bi awayekî realîst lê binêre, destxweşî û pîrozbahiya wan karan dikim ku li Rojava bo wan ne hêsan bû ew tiştê ku kirine, lê realîst bûn. Têgihiştina wan têgihiştineke realîst bû ji rewşê û dibe ku ji vê zêdetir jî nedihat kirin bi rastî ji tiştê ku kirine. Xwezayî ye wek ku min behs kir, bo nimûne tu nikarî modela Herêma Kurdistana Iraqê li Sûriyê cîbicî bikî. Gelek cudahî heye; cografya cudahî heye, tevliheviya civakî cudahî heye li Sûriyê. Tu nikarî vê modelê li wir cîbicî bikî. Di serdana min bo Sûriyê, ew tiştê ku ez çûme Sûriyê û ew tiştê ku min ji Serokê Sûriyê Serok Ehmed Şera dît, ew nîne ku dijminatiya Kurdan hebe bi rastî; me gelek li ser vê babetê axaft. Em niha pengavên ku dibînin bo têkelkirina hêzên ewlehiyê, dibînin ev pêvajo bi başî birêve diçe. Li ser pirsa xwendinê ku gelek girîng bû bo hevalên li wir û bo Kurd girîng e, di wê de jî pêşketin heye. Lê bi raya min, em wê demê dikarin bêjin pêşketina temam heye ku ev maf di destûra herdemî ya Sûriyê de cîgir bibin; mafê Kurd û mafê pêkhateyên din. Sûriye tenê welatekî Erebî nîne; Sûriye welatek e Ereb lê ye, Kurd lê ye, Diruzî lê ye, Elewî lê ye. Ew tiştê ku girîng e, ew e ku mafê van pêkhateyan di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî de misoger bibe. Kurd jî di wê çarçoveyê de ye. Ew tiştê ku heta niha li wir bi hewla birayan hatiye kirin, tiştekî baş e. Dîsa ew tiştê ku girîng e, yekgirtina gotara Kurd e li wir bi hemûyan ve, bi hemû hêzên siyasî ve, li Şamê gelek girîng e gotareke yekgirtî hebe bo ku bikaribin di encamê de mafên Kurd di destûra herdemî ya Sûriyê de cîgir bibe. Bi nêrîna min li ser vê sîstema ku niha Sûriyê birêve dibe û bi taybetî Serok Ehmed Şera ew e ku bi rastî dixwazin pirsgirêkan çareser bikin.

– Ev xala ku te behs kir girîng e, ji ber ku cenabê we bi wê tê nasîn ku kesayetiyan dinase, mirovan dixwîne. Dema tu dibêjî Serokê Sûriyê girê li gel pirsa Kurd de nîne, bi raya min ev nirxandineke girîng e.

Serok Nêçîrvan Barzanî: Kake, her ji aliyê sembolîk ve jî ew peyama ku wî şand, her bi xwe protokola pêşwazîkirina me, dixwest ji min re bêje ku min tu pisgirêk li gel Kurd de nîne. Em li firokxaneya Şamê daketin, bi nameyekê ku bi xwe Serok şandibû bi Kurdî bi xêr hatina me kir. Li hemû cihan ala Kurdistanê û Iraqê hebû. Dixwest peyamekê bide, heta lîsteya xwarinê jî bi Kurdî hatibû nivîsîn; mebest bû bêje min pirsgirêk nîne, ez dixwazim û ez wisa dibînim têgihiştin heye. Lê bêguman ew jî pirsgirêkên wan kêm nînin; Sûriyeke hêsan nîne, Sûriyeke gelek zehmet e, Sûriyeke wêran e. Avakirina Sûriyê ji hemû aliyan ve dem dixwaze. Ez kêfxweş im bi wê ku birayên me li Sûriyê, kak Mezlûm û hevalên wî û yên din, bi realîstî li babetê nihêrîn. Mirov carinan xeyal dixwaze, lê carinan realîteyek heye divê muamele lê bike. Ew muameleyê li gel realîta tiştî kirin û ev realîstî di pirsgirêkan de bi raya min bo Kurd gelek gelek girîng e. Bila bi kêmî nezanin, bila bêqîmet lê nenêrin, bila bizanin tiştekî girîng bû ew tiştê ku kirin li welatekî ku nasname neda Kurd û Kurd wek hemwelatiyê Sûrî qebûl nedikir. Niha tu werî nêzîkî 13 hezar kes di nav artêşa Sûriyê de cîgir bikî, 17 hezar kes hêdî hêdî di nav dezgehên ewlehiyê de bin, pirsa xwendinê bê gotûbêjkirin ku çawa bikaribin bixwînin, ev hemû tiştên gelek ciddî û pêşketin in û divê wek xwe bibînin.

– Ev nirxandin girînge, ji ber ku li ragihandina Kurdî de hinek caran gileyî tê kirin ku ev destkeft kêmtirin ji asta qurbanîdan û xebat û wan şehîdên ku li Rojava hatine dayîn. Lê belê ev nirxandina cenabê te tekez li ser rastiyê dike. Xalekî din, cenabê we got, rewşa Herêma Kurdistanê li Iraqê cûdaye ji rewşa Rojava li Sûriye. Dixwazim du pirsiyaran bikim: yekem, Rojava çi ji ezmûna Herêma Kurdistanê fêr bibe? Duyem, çi ne ew şaşiyên ku me kirine da ku ew dûbare nekin?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Min berê jî li gel General Mezlûm van axaftinan kiriye. Min gotiye hinek tişt ji me fêr bibin. Me hinek şaşî kirine, divê em qebûl bikin ku şaşî bûye, ji me fêr bibin wan şaşiyan nekin. Pêwîst nake nimûne bînim, lê min ji wî re gotiye û li gel wî em hevrê bûne ku divê realîst bin. Tenê tiştek dibêjim: Kurd li her cihê ku dijî, bi realîstî li rewşa xwe binêre li wan welatên ku tê de dijî; heta çi radeyê pêkan e? Ew sînor çiqas e? Sala 2005, gelo ew destûra Iraqê tiştekî kêm bû bo Kurd? Na. Eger tu li dîroka Iraqê binêrî, ew destûra ku mafên Kurd pejirand, bi westana hemû aliyan bi taybetî cenabê xwedê jêrazî Serok Mam Celal û bi temendirêjiya cenabê Serok Barzanî, ew tiştê ku hate kirin kêm nebû, hêzên siyasî jî hemû piştgir bûn. Lê dema cenabê Serok vegeriya û pirsiyar jê kirin, got: “Ev hemû daxwaza me nîne, lê ew tiştê ku me bi dest xistiye kêm nîne, mezin e.” Di qonaxekê de em bir qonaxeke cuda û ev belge heye û gelê Iraqê deng jê re daye û di destûra herdemî ya Iraqê de hatiye çespandin. Ev ew realîtet in ku Kurd li her cihê ku dijî divê li gorî rewşa wî welatî lê binêre.

– Em biçîne ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê, şerê vê biharê, ew şerê li vê biharê da rû da nûçeyên Rojhilat kir babeteke navdewletî. Hinek dibêjin beşdarînekirina aliyên Kurdî yên Rojhilat li vê şerê de derfetek bû ji destê wan çû, hinek jî dibêjin nexêr, kareke baş bû nehat kirin, ji ber ku dibe ku hem Rojhilat ziyan ber biketa, hem Herêma Kurdistanê jî agir berdabûya. Cenabê te çawa van du nêrînan dinirxîne?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Di vê babetê de ez hez dikim gelek eşkere û zelal bim: Hêzên rikeberên Kurdî yên Rojhilat mixabin gelek bêberpirsane reftarê kirin, Herêmê jî xistin ber rewşeke gelek xirab. Ew tiştê ku li torên civakî dikirin û behs dikirin, wek bêje wê ev hêz bi rêkeftin bo nav Îranê, herêm xistin ber metirsiyeke gelek mezin û gelek jî bêberpirsane reftarê kirin beramber Herêma Kurdistana Iraqê. Em ji destpêkirina şer de siyaseta me zelal bû; berdewam ligel Silêmaniyê, birayê min kak Qubad li vir e û ligel kak Bafil, berdewam rojane li ser xet bûyîn. Ew siyaseta me ew bû ku nabe herêm bibe beşek ji vî şerî. Şer şerê me nebû, Îran welatekî cîran e û nêzîkî 600 kîlometre sînorê me ligel wê heye. Nedihat kirin û nayê kirin ku Herêma Kurdistanê bibe cihê gef li Îranê. Nabe tu hêzeke çekdar bî li Herêma Kurdistanê û herêmê wek cihekî aram ji xwe re bibînî û ji herêmê ve gef li welatê cîran bikî. Ev ne li gorî yasaya navdewletî rêdayî ye, ne li gorî yasa û destûra Iraqê rêdayî ye û heta eger di berjewendiya Kurdistanê de bûya jî her nedihat kirin. Ew mixabin xwe kiribûn qehremanê şer, lê me ji destpêkê ve dizanibû nabe. Dîtina me li ser vê babetê zelal bû, wek Yekîtî û Partî ji roja yekem ve me sînor kontrol kir û hêz şand û me zelal kir ku rê nadin ji herêmê ve tu pengavek bê avêtin.

– Di peyamên kak Bafil de jî berê amaje bi heman tiştî hatibû kirin, niha diyar e di pirsên stratejîk de hevfikir in li ser parastina vê ezmûnê.

Serok Nêçîrvan Barzanî: Li ser pirsên stratejîk em li Bexda û di vê babeta stratejîk de, ev şer ezmûneke gelek girîng bû, lê di wê ezmûnê de em gelek bi serkeftî jê derketin bi wê hevahengiya ku di navbera me de hebû. Tevî nakokî û hemû pirsgirêkan, bo parastina kiyana Herêma Kurdistanê me bi hev re kar kir.

– Derfet bo Rojhilat çi ye?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Derfet bo Rojhilat bi raya min tê pêş. Me berê jî hewl daye û di vê babetê de bêdeng nebûne, lê wek ku min got li her welatekî divê li gorî taybetmendiya xwe be. Em di hemû civînên xwe de li Tehranê, beşek ji gotûbêjên me li ser vê babetê ye.

– Di derbarê vê şerê dawî de çi dibêjin? Raya Tehranê piştî vê şerê gûheriye li ser rewşa Kurd li Rojhilat?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Ez wiha dizanim renge hê jî bi tevahî pê negihiştibê, lê belê eger pirsiyar ewe bê gelo hizra wê yekê dikin? bi baweriya min gelek bi ciddî hizra wê dikin. Pêşniyara min eweye ku pirsa Kurd pirseke ciddîye li van welatan û bi îhmalkirin û înkarkirinê çareser nabê. Duyem, çareseriya vê kêşeyê divê li gor taybetmendiya wan dewletan bê. Em nikarin hîç modelek pêşniyar bikin û bibêjin li gor vê modelê li Îran yan li Tirkiye bikin, belkû dibêjîn li gor taybetmendiya xwe li navxweya welatê xwe da divê vê kêşeyê çareser bikin. Siyaseta înkarkirinê nikarê heta hetayê berdewam bê.

– Em werin ser Iraqê, vekişana hêzên Amerîka heta çend metrsîdare? Tirsek di dilê xelkê de heye ku eger Amerîka vekişê kî Herêma Kurdistanê diparêze? Helwesta cenabê we li ser vekişana hêzên Amerîka çî ye?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Ez dibêjim cenabê Sudanî ew babet bi têr û tije behs kir, lê bila ez jî raya xwe bêjim: Yekem, hêzên Amerîkayê û hêzên din di sala 2014 de dema DAÎŞ hat, li ser daxwaza fermî ya dewleta Iraqê hatin, bi nivîseke fermî hatin û yek ji mercên Iraqê ew bû ku ev hevpeymanî Amerîka serokatiya wê bike. Ji sala 2014 ve heta niha guherînên gelek rû dane. Gelek asayî ye Iraq îro piştî nêzîkî 10 bo 12 salan pêwîstî bi hevpeymaniyeke ewqas mezin nemabe, ji ber ku ev nav metirsiyê nahêle û wisa dike ku xelk baweriya xwe bi Iraqê nebe û neyên veberhênan li Iraqê de bikin. Iraq pêwîstî bi wê heye serweriya xwe hebe, lê pêwîste welat peywendiya dualî ligel van welatan de hebe bo hevkariya ewlehiyê. Em spasî wan hêzan dikin ku hatin û alîkariya me kirin, lê îro Iraq gihiştiye qonaxekê ku dikare rûbirûyê astengan bibe. Derbarê parastina welat: Yekem, Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi sîstema berevaniya asmanî heye. Heta cihê ku ez agahdar im, di navbera Iraq û Amerîkayê de rêkeftinek heye û nêzîkî 52 xal li Iraqê de destnîşan bûne bo danîna sîstema berevaniya asmanî ku Herêma Kurdistanê jî di nav wê sîstemê de ye; ji ber ku hemû Iraq pêwîstî pê heye. Duwem, divê pirsa çek tenê bi destê dewletê ve be. Nabe ji Iraqê ve gef li dewletên cîran û Herêma Kurdistanê bê kirin. Ev destpêka serweriyê ye: çawa dibe çekek hebe li derveyî desthilata dewletê? Li ser erdê ewê DAÎŞ têk bir artêşa Iraqê, Pêşmerge û Heşda Şeibî bûn ku qurbanî dan û xwîna xwe bexşîn. Niha jî Pêşmerge û gelê Kurdistanê amade ne bergiriyê bikin ji axa xwe. Lê girîngtirîn faktor bo parastina herêmê, li tenişta hêza berevaniya asmanî, dîplomasî û dîyaloga durist û rêkeftin ligel derdor e.

– Zêdetirê ji bîst sal e cenabê we danûstandin ligel Bexdayê dike, çi tişt di vê ezmûnê de tu fêr bûyî ku sala 2005 te nizanibû?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Di sala 2005 de me bi xewn û hêviyeke gelek mezin destûr nivîsî bo Iraqeke federal û dîmokrasî ku bingehê wê hemwelatîbûn be, ne tenê bo Herêma Kurdistanê lê bo hemû Iraqê. Destûrek me nivîsî ku me digot Iraq ji qonaxekê dibe qonaxeke gelek cuda. Ew tiştê ku me jê fêr bû ew e ku pirsgirêka sereke cîbicînekirina destûrê ye. Pirsgirêka di navbera herêm û Bexdayê de kesî nîne, sûca filan serokwezîr an kesekî din nîne, belku mesele sîstema birêvebirina Iraqê ye. Bi nav sîstemeke federal me heye, lê bi rastî di naverokê de sîstem federal nîne, belku komek yasayên kevn ên serdema berê me hene ku wezîrên Iraqê neçar dikin li gorî wan yasayan muamele li gel herêmê bikin. Lewma ez dixwazim bêjim eger em Iraqek dixwazin ku em hemû bi aramî tê de bijîn, bi cîbicîkirina destûrê divê bibe. Kilîda pirsgirêkê cîbicîkirina destûrê ye; destûr bi wateya ku hem erkê me heye û hem mafê me heye. Welat pê tê gotin welatekî federal, girîng e gotûbêjeke ciddî dest pê bibe bo cîbicîkirina destûrê, hemû destûr bê cîbicîkirin, lê pêşîneyên jî diyar in: dabeşkirina dadperwerane ya samanên xwezayî û dahatan û dadgeha federal. Eger yasaya petrol û gaz û dabeşkirina dahatê hebe, gelek car dibêjin babeta Kerkûkê gelek girîng e, ew rast e û li vir ez vê gotûbêjê nakim, lê eger me yasaya petrol û gazê hebe, yasaya dahatan hebe, hingê pirsgirêk li navçeyên nakokî jî gelek kêm dibin. Babeta dadgeha federal gelek girîng e bo Iraqê. Eger Iraqek me bixwaze ku em hemû tê de hest bi welatîbûnê bikin, bi raya min kilîda babetê destûr e.

– Li Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinan, hinek bêhêvîtî pêkhatiye li ser pêkanîna kabîneya nû, destpêşxeriya cenabê te ji bo nêzîkbûna Partî û Yekîtî û pêkanîna Hikûmetê çî ye?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Rast e demeke dirêj e, ez dibêjim jimara pîvanê me tomar kir ji Belçîkayê zêdetir em dereng ketin di pêkanîna hikûmetê de, ev jî tiştekî xirab e. Gelê Kurdistanê baweriyeke mezin da hêzên siyasî û beşdariya hilbijartinê nêzîkî %72 bû, rêjeyeke gelek bilind e, ev deng emanet in, emaneta vî milletî ne. Ev sîstema dengdan û demokrasî bi xwasta xwe me damezrandiye û kes li ser me nesepandiye. Di wê demê de jî ku hikûmet pêk nehatiye, cihê dilxweşiyê ye li ser wan pirsên ku peywendiya wan bi pirsên stratejîk ve heye, dîtina herdu aliyên Partî û Yekîtî ji hev dûr nînin û ji hev nêzîk in. Ez ji aliyê kesayetî ve berdewam bi vê pirsê mijûl im; min bihîst kak Bafil gotiye em li navendê ne, ez jî piştrast dikim heman nêrînê. Heftiya borî hin civînên baş me kirin, çaverê dikin vê hefteyê jî, an hefta bê civînên din ên baş bikin bo ku bigihêjin çareseriyekê bo pêkanîna hikûmetê.

– Li raporekî malpera Axios da behsa ewe hate kirin ku cenabê te navbeynkarî di navbera Tehran û Washingtonê da kiriye. Li ser vê babetê hûn dixwazin ji me re çi bibêjin?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Carinan di dîplomasî de dibe bi rêyên din jî kar bêne kirin. Ew tiştê ku di wê raporê de behsa wê hatibû kirin heta radeyeke gelek mezin rast bû. Naxwazin ji qebareya xwe zêdetir biaxivin, lê me ew rol dît. Babet li Washington bi spasiyê ve hate wergirtin û spas ku ji aliyê desthilatdarên Îranê ve jî bersiveke gelek baş hebû bo destpêşxeriyê.

– Peyama te bo ciwanan çi ye bo deh bo bîst salên bê, çi ji wan re dibêjî heta dilê wan bi vê ax û niştimanê xweş be?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Bila em li dîrokê binêrin ku ji ku ve hatine û gihiştine ku. Ev gel ji êş, malwêranî, kîmyabaran û derbederiyê ve hatiye îro. Me bi baş û xirab ve gihandiye îro. Gotina min bo ciwanan ew e: Ji kerema xwe van destkeftan bi kêm nebînin, ji ber ku hûn di serdema wê êş û rojên zehmet de nejiyane ku nifşên berê pê re derbas bûne. Ev emaneteke gelek mezin e û ciwan divê ji vir ve vê emanetê werbigirin û ber bi baştir ve bibin. Merc nîne her tiştê ku me kiriye rast û dirûst bûbe; di vê karwana pêncî û şêst salî de şaşî jî hatiye kirin, lê girîng parastina vê ezmûnê ye. Evîn û dilsozî bo ax û nîştiman. Li her maleke vî nîştimanî de çîrokek tijî êş û qurbanîdan heye. Ew tiştê ku îro me heye divê bi hemû kêm û kuriyên xwe ve qedrê wê bizanin. Daxwaz ji nifşê nû dikim bi dîtineke nû ve vê karwanê ber bi pêş ve bibin; îro serdema zanist, zîrekiya destkird yan çêkirî û pêşketina teknolojiyê ye, divê ciwanên me xwe bo wê qonaxê amade bikin. Dema van ciwanan dibînim hêviyeke gelek mezin li cem min çêdibe ku ji berpirsiyariya li ser milê xwe têdigihin û dizanin divê çi bikin. Ez piştrastim gelek ji me baştir dikarin xizmeta welatê xwe bikin.

– Gelek spasî cenabê we dikim, destên we xweş bin.

Serok Nêçîrvan Barzanî: Gelek spas, destê we jî xweş be.

Back to top button