CivakFlaş

Malbata mamoste Hesen Keleş kuştina wî ragihand

Malbata mamoste Hesen Keleş ragihand ku termê berya çend rojan li gundewarê Til Koçerê hatibû dîtin, ê Hesen Keleş e.

Mlabata Hesen Keleş îro ji Welat TV re da zanîn: Termê ku beriya çend rojan li gundewarê Til Koçerê hatibû dîtin ê Hesen Keleş e.

Malbatê got jî ku ew ê termê Hesen îro werbigirin û li zêdê wî bi xakê bispêrin. 

Hesen Keleş ji gundê Sêgirka Çolê ye û 20 salan mamosteyê dibistana Celaa ya Rimêlanê bû û endamê encûmena herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya ye, 30ê Êlûnê li bazara Girkê Legê hatibû revandin.

7ê mehê, cîgirê parêzgarê Hesekê serdana malabata Keleş kir û diyar kir ku ew dûvçûn di vê doseyê de dikin û got: Revandina Hesen Keleş karekî terorî ye.

Piştî revandina Keleş, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya û mamosteyên dibistana Celaa di daxuyaniyên cuda ew kar red kir û bang li aliên peywendîdar kir ku kar bikin ji bo diyarkirina çarenvîsa Keleş.

Back to top button