
Li Tirkiye ji bo xizmetên platformên medyaya civakî ji bo zarokan ji nû ve tê nirxandin û qanûnek tê derxistin. Sinorkitrina temen ji bo zaroka tê danîn.
Qanûn şîrketên medyaya civakî mecbûr dike ku temenê bikarhêneran verast bikin û tedbîrên ewlehiyê yên taybetî ji bo zarokan bicîh bînin.
Hesabên ji bo kesên di bin 15 salî de dê werin qedexekirin.
Li gorî xala 5-an a rêziknameyê, pêşkêşkerên tora civakî dê nikaribin xizmetan pêşkêşî zarokên di bin 15 salî de bikin.
Diyare ku dê ji platforman were xwestin ku dema çêkirina hesaban temenê bikarhêneran verast bikin. Daxwazên hesabê ji zarokên ku di bin 15 salî de ne dê werin red kirin.
Hesabên heyî yên bi temenê gumanbar dikarin werin rawestandin û verastkirina temenê nû dikare were xwestin.
Qanûnên taybetî ji bo koma temenê 15-18 salî.
Xizmetên medyaya civakî dikarin ji zarokên ku gihîştine 15 salî re werin pêşkêş kirin, lê ev hesab dê bi qaîdeyên cûda ji hesabên mezinan re bin.
Li gorî rêziknameyê, hesabên zarokan dê bi xweber taybet bin. Weşana zindî û reklamên kesane dê li ser van hesaban neyên destûr kirin. Taybetmendiyên ku armanc dikin ku bikarhêneran li ser platformê dirêjtir bihêlin, wekî gerandina bêdawî, dê jî werin sînordar kirin.
Şîrketên medyaya civakî dê amûrên kontrolê jî biafirînin da ku dêûbav bikaribin hesabên zarokên xwe bişopînin.
Serastkirina temen dê bi rêya Hikûmeta Elektronîkî were kirin
Serastkirina temen dê bi nîşanek ku bi rêya Portala Hikûmeta Elektronîkî hatî çêkirin were kirin. Ev nîşan dê nîşan bide ka bikarhêner sînorên temenê 15 û 18 salî derbas kiriye an na. Agahiyên nasnameya bikarhêner dê bi şîrketên medyaya civakî re neyên parvekirin.
Hesabên heyî jî dê heta 31ê Adara 2027an werin serast kirin. Hesabên bikarhênerên ku temenê wan di bin 15 salî de ye dê werin girtin.


