CîhanFlaş

Barrack: Ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê derfeteke nû heye

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Sûriyê Tom Barrack radigihîne, ji bo çareserkirina pirsên aloz ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, derfeteke nû peyda bûye. 

Tom Barrack îro Çarşemê, 23yê Îlona 2026an ji Kurdistan24ê ragihand, desthilatdarên Herêma Kurdistanê niha bi awayekî hevaheng ligel Bexdayê kar dikin, lê tekez kir ku çareserkirina van kêşeyan pêdivî bi demê heye.

Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Barack bal kişand ser wê yekê ku di rabirdûyê de pabendnebûna bi destûrê hebûye; loma pêwîst e alî hemû giranî û bala xwe bidin ser erkên xwe û her aliyek berpirsiyariyên xwe yên destûrî bicih bîne.

Li ser rewşa Sûriyê jî, Tom Barrack guhertin û pêşhateyên li wî welatî wekî “pêşketineke bawerpênedikirî û mûcîze” binav kir û da zanîn, Sûriye ji qonaxa wêranbûna serdema Esed derbasî qonaxeke nû bûye.

Barrack derbarê Serokê Sûriyê Ehmed Şera de got: “Şera kesekî lêserxwe, wêrek û peyayê dewletê ye.» Herwiha destnîşan kir ku welat niha xwedî serokatiyeke nû ye û ji bo pêşveçûnê jî hevtêgihîştin, pêkvejiyan û aramî gavên gelekî girîng in.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê tekez kir ku ji nû ve nivîsandina destûrê û sazîbûna dewletê li Sûriyê dê pêdiviya wê bi demê hebe.

Back to top button