FlaşPolîtîk

Erdogan ji bo bibe berbijêr hewceyê 34 parlementera ye..

Di rojeva Tirkiye debabetek herî girîng ku heta wek vê gavê di pişt perdê de tê gotubêj kirin, pirsa kandidatiya serokkomarê Tirkiye Erdogan e. Ji niha ve MHPê daye xûyakirin ku Erdoganberbijêrê wan ê serokkomariyê ye. Lê hêja li gora destûra heyî Erdogan carek din nikare bibe berbijêrê serokkomariyê.

Ji bo Erdogan bibe berbijêrê serokkomariya tenê rêyek heye ku, Tirkiye hilbijartinek pêşwext pêkbîne. Eger parlemento biryara hilbijartinek pêşwext bigre hingê Erdogan cardin dikare bibe berbijêrê serokkomariya Tirkiye.

Ji bo vê yekê gelek danûstandin û gotubêj di pişt perdê de têne kirin. Ji bo rewşa pêvajoya heyî, pêşketinên di nava CHPê û Partiya Nû de vê pirsê gelek dernaxê pêş, yan jî hêja ev pirs di medyayê û Raya Giştî de nayê gotubêj kirin, tenê car bi cara wek pirsekî derbas dibe. Lê dixweyê di van rojên pêşîya me de , dê ev pirs wek babetek serekê serê rojeva siyasî de bê gotubêj kirin.

Niha hêjmara parlementerên AK Partiyê û MHPê têra standina biryara girtina hilbijartinek pêşwext nake.

AK Partî 280 endamên parlementoyê hene. Bi zêdekirina 46 endamên parlementoyê yên MHPê, hejmara giştî ya parlamenterên di Tifaqa Cumhur de digihêje 326an.

Ji bo ku parlemento bikariba biryara hilbijartinên pêşwext bide, pêwistiya Îtîfaqa Cumhur 34 dengên din heye.

Erdogan niha hemû hewldana dike ku, 34 parlementerên din peyda bike. Gelek gotin hene ku, derdora Erdogan ji bo hinek parlementeran ikna bike daku bikevin nava AK partiyê de di nava leptekî de ne. Erdogan mimkine dikare di vê derbarê de DEM Partiyê ikna bike, lê naxwaze xwe bêxe di bin barek bi sibe jêre bibe cihê rexneyên dijwar ku nikaribe bersiva wan bide.

Ji xwe eger DEM biryarek bi vî awayî bide jî, piraniya parlementerên DEMê nabêjin erê û dê li gora biryara partiyê tevnegerin.

Hinek parlementerên partiyên biçûk cardin ew şansê wan tine ku, wek parlementer bêne hilbijartin. Ji bo vê jî dikevin di nava leptekî de ji xwere cihekî peyda bikin da ku, cardin bibin parlementer. Niha destê yekem de AK Parti li ser wan dixebite. Yanî divê hêjmara parlementerên ku bêjin erê ji bo yasa derkeve 360 kesbin û AK Partî di nava hewldanekî de deye.

Kurtahî rojev niha hilbijartinên pêşwext e.

Back to top button