CîhanFlaş

Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke Senatoya Fransî kir

i Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke Senatoya Fransî kir ku ji rêzdar Rémi Féraud senatorê herêma Parîsê û rêzdar Olivier Bitz senatorê herêma Orne pêk hatibû.

Di hevdîtinê de ku Balyoz Emmanuel Mignot Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê jî amade bû, şanda mêvan rêzgirtina xwe bo rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê û avakirina saziyên Herêmê û fermandekirina hêza Pêşmerge û têkşikandina DAIŞê nîşan da. Herwiha rola Serok Barzanî di hewldana bicihkirina bingehên aramî û pêkvejiyanê li Kurdistanê û Iraq û navçeyê de bilind nirxandin. Şanda mêvan tekez li ser peywendiya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê jî kir ku peywendiyeke dîrokî û siyasî û çandî û cemawerî ya pir alî û kok-kutayî ye û gel û hikûmeta Fransayê herdem bi çavê rêzgirtinê li xebat û qurbanîdan û dilgermiya bo pêkvejiyan û demokrasiya gelê Kurdistanê dinêrin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mêvan kir û kurteyek li ser dîroka peywendiyên Fransa û gelê Kurdistanê di qonaxên cuda û serdema Şoreşa Îlonê û serdema Raperînê û hewla Fransa bo derxistina biryara 688ê ya Encumena Asayişê û parastina Herêma Kurdistanê û alîkariya Pêşmerge di şerê terorîstan de û hatina Serok Hollande û Serok Macron bo Herêma Kurdistanê û herwiha vekirina kolanekê li bajarê Parîsê bi navê Pêşmerge xiste rû. Teqez li ser wê yekê jî kir ku hemû ew wêstgehên dîrokî belge ne bo hebûna hevbeşî û peywendiyeke xurt a dostane di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê de.

Her di wê hevdîtinê de ronahî xistin ser rewşa siyasî û dawîn pêşhatên navçeyê û Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê tu carî beşek nîne ji wan alozî û şerên ku li navçeyê hene û herdem beşek e ji çareseriyê. Herwiha derbarê rewşa Iraqê de ragihand ku berdewam in di piştevanîkirina Serokwezîrê Iraqê de da ku destûr û bingehên hevbeşî û lihevkirin û hevsengiyê werin cîbicîkirin û saziyên dewletê û aramî werin parastin.

Back to top button