
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22yê Îlona 2026an, pêşwazî li şandeke Encûmena Pîran a Fransayê kir ku ji her sê senatoran; Seroka Komîteya Dostaniya Fransa – Iraqê Nicole Duranton, û endamên komîteyê Remi Feraud û Olivier Bitz pêk dihat.
Di civînê de, derbarê guherîn û pêşhateyên herî dawî yên li Iraq û navçeyê û bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê de, guftûho hatin kirin.
Şandê bal kişand ser peywendî û dostaniya dîrokî ya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de û tekez kir ku Herêma Kurdistanê hevalbendeke pêbawer a Fransayê ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a hikûmet û gelê Fransayê anî ziman.
Herwiha pêdiviya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, beşeke din a gotûbêjan bû.


