CivakFlaş

11 sal in li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê îhmalkarî heye.

Li taxa Ziya Gökalp a navçeya Sûr a Dîyarbekirê, 39 xanîyên hilweşiyayî, ku piştî bûyerên 2015an hatine terikandin, eve 11 sal in li benda hilweşandinê ne. Piştî bûyeran nişteciyên vê taxê kêm bûne nîvî bêhtir tax terikandine.

Gelek avahî rûxane bûne kavil, di heman demê de ev xaniyên nîv rûxayî bûne stargehek ji bo tiryakfiroşan. Muhsin Sanay, ku şeş serdem wekî muxtarê vê taxê xebitiye, serî li şaredariyê da û daxwaz kir ku ev dever werin hilweşandin û veguherînin qadên lîstikê yên zarokan.

Li taxa Ziya Gökalp a navçeya dîrokî ya Sûrê ya Dîyarbekirê, bi dehan xanîyên ku piştî bûyerên 2015an hatine terikandin, piştî 11 salan jî li ser piyan mane û hîn jî xeterîyê çêdikin. Ji ber ku niştecih neçar man ku malên xwe biterikînin, nişteciyên taxê ji dora 9,000 daket 4,000 kesî, û avahiyên terikandî hêdî hêdî bûne kavil.

Muhsin Sanay, ku şeş serdeme muxtariya vê taxê dike, diyar kir ku avahiyên hilweşiyayî ji bo niştecihanmetirsiyek mezin çêdikin. Wî tekez kir ku hemî hewldanên wî yên ji bo hilweşandina van avahiyên ku ji ber îhmalkirinê bûne navendên qirêjiyê û stargehên bikarhênerên madeyên hişber, ji aliyê Şaredariya Sûrê ve bêencam mane, û careke din bang li rayedaran kir.

Muxtar Sanay bal kişand ser lawaziyên ewlehiyê yên ji ber avahiyên terikandî, diyar kir ku divê ev dever ji bo niştecihên taxê werin vekirin û got; “Ev xanîyên hilweşiyayî hem ewlehiya taxa me tehdît dikin û hem jî veguheriye şikeftên qirêjiyê. Daxwaza me ji rayedarên şaredariyê ev e ku ev 39 avahî di zûtirîn dem de werin hilweşandin û deverên paqijkirî wekî qadên lîstikê û qadên civakî ji bo zarokên taxa me werin vekirin.”

Back to top button