FlaşPolîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encûmena Nûneran rewşa welat gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Heybet El-Helbûsî, Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda pê re kir ku hejmarek ji serokên fraksiyonên Encûmena Nûneran pêkhatibûn û ji bo pêşkêşkirina sersaxiyê ya koça dawî ya Xwedê jêrazî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî serdana Hewlêrê kiribûn.

Di hevdîtinê de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî û rûmeta xwe ji bo serdana wan û hevxemiya wan derbirî, paşê birêz Serokê Encûmena Nûneran kurteyek derbarê serdana xwe ya fermî bo Tirkiyeyê û civînên xwe ligel Serokkomar û berpirsên payebilind ên wî welatî xiste holê. Di vî warî de Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya peywendiyên Iraqê ligel Tirkiyeyê kir û bal kişand li ser wê yekê ku pêşxistina hevkariya hevbeş di berjewendiya herdu aliyan de ye.

Derbarê rewşa navxweyî ya welat jî, herdu alî hevfikir bûn ku ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne. Herwiha di mijara kontrolkirina çekan di destê dewletê de, Serok Nêçîrvan Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo birêz Serokwezîr û hikûmeta federal û çareserkirina vê mijarê di riya diyalog û lihevhatinê re dubare kir, bi awayekî ku çek tenê di destê dewletê de be mîsoger bike.

Girîngiya çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda li gor destûrê, misogerkirina maf û şayisteyên hemû pêkhateyan û mijara budceya Herêma Kurdistanê, ligel dawîn pêşhatên navçeyê û encamên wan çend mijarên din ên hevdîtinê bûn. Tê de tekez li ser girîngiya hevgirtin û hevahengiya hemû alî û pêkhateyên Iraqî hate kirin ji bo rûbirûbûn û derbaskirina astengiyan.

Back to top button