
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku kontrolaTengava Hurmizê di destê Amerîkayê de ye û got, “Îran neçar e were ser maseya diyalogê.”
Scott Bessent bi daxuyaniyekê qala aloziyên dawî yên Washington û Tehranê kir.
Bessent diyar kir armanca wan êrişên leşkerî yên sînordar tenê ew bû ku radarên Îranê ji holê rakin û got:
“Kontrola Tengava Hurmizê ne di destê Îranê de ye, di destê me de ye û ew li ber mirînê ye.”
Paşeroja desthilata Îranê
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê li ser paşeroja desthilata Îranê pêşbîniya çend qonaxan kir û got:
“Artêşa Pasdaran an dê bi nav hev bikevin an dê xelk li dijî wan rabe.
Yan jî ew dê werin ser maseya gotûbêjê û dê bixwazin peymanekê bikin ku karibin pêbendî wê bibin.
Wekî ku Ernest Hemingway gotiye, ‘Te çawa îflas kir? Hêdî hêdî, pişt re bi lez.’ Bi dîtina min em li ser Îranê niha di qonaxa bilezbûnê de ne.”
Îran û krîza dolaran
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê bal kişand ser qimetê pereyê Îranê jî.
Wî da zanîn ku di nava 16 mehan de dolarek li hemberî riyalê Îranê ji 800 hezarî bûye 2 milyon û 100 hezar.
Bessent ducare kir ku êdî destê Îranê nagihîje dolaran û got:
“Ew li ber mirinê ne. Ma dê êrişên leşkerî yên din bikin? Dibe. Lê ew dê ji bo peymanekê amade bin.”


