
1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û Wateya Wê Ji Bo Kurdan
Yekê Îlonê li seranserê cîhanê wekî Roja Aştiyê tê qebûlkirin. Lê gelo ji bo kurdan, gelekî ku bi dehan salan di nava şer rederbas bûyî, rastî komkujiya hatî, mecbûrî penaberiyê bûyî û êşîn mezin jiyayî, rastî aştî ji bo neteweyê Kurdî tê çi wateyê?
Ji bo gelê kurd, aştî ne tenê bêdengbûna çekan û sekinîna şer e. Wateya aştiyê ji bo kurdan pir kûrtir û jiyanî ye. Aştî; tê wateya hebûnê, wekheviyê û jiyaneke bi rûmet. Ji bo kurdan aştî ew e ku mirov bikaribe li ser xaka xwe, bi nasname û çanda xwe, bi zimanê xwe yê dayikê bê tirs û astengî bijî.Aştî ji bo kurda di encama dawî de tê wateya ku, mirov li welatek serbixwe de bi azad bijî…..
Di dîroka xwe de, gelê kurd gelek caran ji bo aştiyê bedelên giranbiha dane. Tevî komkujî, sirgûn û zilmê jî, daxwaza kurdan a ji bo aştiyê tu carî qels nebûye. Kurd her tim li ser vê axa qedîm, bi gelên din re daxwaza jiyaneke hevpar û wekhev kirine. Ew aştiya ku kurd dixwazin, aştiyeke bi rûmet e; aştiyeke ku mafên wan ên rewa û bingehîn tê de mîsoger dibin. Aştiyeke ku ne li ser bingeha înkar û asîmîlasyonê ye, lê li ser bingeha edalet û heqîqetê ye.
Îro, li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê, pêdiviya bi aştiyê ji her demê zêdetir e. Vê erdnîgariyê ji şer û têkçûyînê êşa xwe ya têr kişandiye. 1ê Îlonê ji bo kurdan bîrxistinek e; rojek e ku banga xwe ya ji bo çareseriyên siyasî, daxwaza xwe ya ji bo mafên mirovan û dengê xwe yê ji bo diyalogê careke din digihînin cîhanê.
Bi hêviya ku 1ê Îlonê bibe mizgîniya rojên azad, wekhev û bê şer. Bila li her çar aliyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê aştiyeke mayînde û adil bi cih bibe.
Roja Aştiya Cîhanê pîroz be!


