
Keştiyeke ku 267 kes tê de bûn li peravên Girne ya Qibrisa Bakur noqî avê bû. Keştiya rêwiyan a cureyê katamaran, ku ji Girne ber bi Taşucu ya Mersînê ve diçû, 4 mîl dûrî peravê dest bi kişandina avê kir.
Wezîrê Karên Giştî û Veguhestinê Erhan Arıklı, diyar kir ku piştî ku bûyer hate ragihandin, tîm bi lez û bez ji herêmê re hatin şandin. “Tîmên Parastina Peravan û Parastina Sivîl tavilê mudaxele kirin. Mixabin, keştî niha noqî avê bûye. Hewldan têne kirin ku bi qasî 260 rêwiyan werin derxistin.”
Wezîr Arıklı, tekez kir ku gelek yekîneyên piştgiriyê didin hewldanên rizgarkirinê û got:
“Niha, qayikên Parastina Peravê, helîkopter û qayikên sivîl û keştîyên li herêmê di hewldanên rizgarkirinê de alîkariyê dikin. Rêwî ji keştiyê tên derxistin û ji bo cihên ewletir têne veguhastin. Me li benderê ambulans jî amade kirine û li bendê ne ku rêwî werin anîn ser peravê.”
Berpirsan ragihand ku ji keştiya binavbûyî ya ku 267 kes tê de bûn 237 kes hatine rizgarkirin, 7 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê bênavber berdewam dikin, û 23 kes hîn jî winda ne.


