
Parêzgariya Dîyarbekirê ragihand ku çar kes ji ber daliqandina posterên endamên PKKê li kolanan hatine binçavkirin.
Walîtiya Dîyarbekirê ragihand ku çar kes bi tohmeta daliqandina posterên endamên rêxistina “terorîst” a PKKê li hin kolanan hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyek nivîskî ya Walîtiyê de hat gotin ku “li Dîyarbekirê têkoşîna li dijî sûc û sûcdaran, bi taybetî terorîzmê, bi biryardarî berdewam dike” û daxûyaniyê de dibêje:
- Daliqandina posterên endamên rêxistina terorîst li çend kolanan bûyerek tenê ye û bi tevahî rewşek belavbûyî li seranserê parêzgehê nîne. Piştî tespîtkirina posterên endamên rêxistina terorîst li çend deverên li hin kolanan, yekîneyên me yên ewlehiyê lêpirsînên pêwîst kirin û çar kesên ku hat tespîtkirin ku ev kiryar kirine di 30ê Tebaxa 2026an de hatin binçavkirin.
- Kiryarên neqanûnî yên bi vî rengî yên ku armanc dikin pêvajoya Tirkiyeyek bê terorîzmê asteng bikin, dê qet neyên tehemûlkirin û her hewldanek li dijî aramiya gelê me û biratiya neteweya me dê di çarçoveya qanûnê de bi biryardarî were çareserkirin.


