
Bernameya merasîma oxirkirin û şîna siyasetmedarê navdar ê Kurd Mehdî Zana hat eşkere kirin. Zana yê ku di sala 1978an de wekî şaredarê Diyarbekirê hatibû hilbijartin, duh di 86 saliya xwe de li nexweşxaneyê koça dawî kir.
Mehdî Zana ku di dîroka siyasî ya Kurdan de xwedî cihekî girîng e û 16 salên jiyana xwe di girtîgehan de derbas kirine, îro 30ê Tebaxa 2026an li bajarê Diyarbekirê bi merasîmekê tê oxirkirin.
Li gorî agahiyên hatine parvekirin, bernameya oxirkirina Mehdî Zana îro saet 11:00an de li ber avahiya sereke ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê merasîmek tê li dar xistin.
Piştî merasîmê, saet di 13:00an de li Mizgefta Mezin nimêja cenazeyê tê kirin. Piştî nimêjê, termê Zana li Goristana Yenîkoyê tê veşartin.


