
Fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper di peyameke vîdyoyî de derbarê operasyonên Amerîka yên li Rojhilata Navîn de agahîyên dawî dan. Wî got ku 50,000 leşkerên Amerîkî li herêmê ne ji bo sepandina ambargoya deryayî li dijî Îranê û parastina ewlekariya deryayî.
Admiral Cooper got, tîmên wî yên taybet bi alîkariya gemiyên jêrderyayî, Hêzên Deryayî û Hêza Hewayî, Sîstema Veqetandina Trafîkê (TSS) ji mayinên Îranê li Tengava Hurmuzê paqij kirin.
“Îro, rêyên navneteweyî vekirî ne û trafîk zêde dibe,” Cooper got, û korîdoran wekî “rêyên keştiyê” yên di okyanûsan de binav kir.
wî derbarê bandora operesyonên wan li ser bazara enerjiyê got: “Di mehên dawî de, me derbasbûna nêzîkî 1,500 keştiyên bazirganiyê hêsan kir,”
Cooper got: “Îranê ji nîvê tîrmehê heta niha ti petrol îxrac nekiriye. Tu keştî bêyî destûra me ne ketine benderên Îranê û ne jî derneketine. Me tenê ji ber sedemên însanî destûr daye hin keştiyan.”
Li gorî fermandarê Centcom, Amerîka bi zêdetirî 20 keştiyên şer û bi sedan balafiran çavdêriya herêmê dike. Di wê demê de, hêzên Amerîkî 75 keştiyên ku hewl didan dorpêçê bişkînin girtin û 3 keştî ji ber guh nedanê inzara wan têkbirine..
Di dawiya peyama xwe de, Brad Cooper destxweşî li leşkerên welatê xwe kir û got ku hêzên Centcom di cîbicîkirina erkên xwe de ji bo parastina berjewendiyên Amerîkî û aramiya rêyên avê yên navneteweyî “biryar û bêrehm” in.


