
li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Dr. Mihemed Elî Ellamî Serokê Desteya Destpakî ya Iraqê û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de ku birêz Dr. Ehmed Enwer Serokê Desteya Destpakî ya Herêma Kurdistanê jî amade bû, Serokê Desteya Destpakî ya Iraqê bi kurtî di derbarê biryara nehiştina diyardeya kirêt a gendeliyê û bi hederdana samanê giştî û birêveçûna pêvajoya rûbirûbûna gendeliyê li Iraqê û hewlên Serokwezîrê Iraq a Federal ji bo serxistina pêvajoyê û herwiha asteng û kelemên li pêşiya wê pêvajoyê ji bo Serok Barzanî xiste rû.
Herwiha ji bilî bal kişandina li ser rola dîrokî ya Serok Barzanî di avakirina Iraqa nû de, daxwaza piştgiriyê li Serok Barzanî kir bo alîkariya Iraqê di binbirkirina gendeliyê de li seranserê Iraqê. Herwiha hevahengî û alîkariyên sazî û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê bilind nirxand û spasî û rûmeta xwe û Desteya Destpakî ya Iraqê pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mêvanan kir. Herwiha piştgiriya xwe ya tevahî ji bo hewlên Hikûmeta Federal bo biryara binbirkirina gendeliyê û cezakirina gendelkaran ragihand û ew wekî erkeke pîroz wesif kir.
Serok Barzanî wê yekê jî dubare kir ku bi tu awayî rê nayê dayîn Herêma Kurdistanê bibe penagehek bo gendelkaran û di wê pêvajoyê de xeta sor li ser tu kes û aliyekî nîne.
Serok Barzanî behsa wê yekê jî kir ku serkeftina pêvajoya rûbirûbûna gendeliyê pêdivî bi berdewamiyê heye û nabe rawestanek tê de çêbibe û divê bi navê bicihanîna dadperweriyê de be.


