
Wan serok û rêberana jî dê tim li gor berjewendiyên xwe yên sexsî û malbatî tevbigerin, em ê weke mirîdin çav girtî tenê ji wan re li çepikan bidin.

Bûbê Eser
Bersîva wê ya herî rehet û rast, ne yekrêzî û yekitiya nava mala me bi xwe ye.
Piştî ku welatê me Kurdistana şêrîn perçe kirin û heta niha, tekoşîna azadiya gelê Kurd jî li hember dagirkeran ranewestiya ye. Ji dema Osmaniyan bigirin heta niha jî kurdan her berxwe dane ku xwe azad bikin.
Lê hêjî ji bilî başûrê Kurdistan sê perçên din di bin potînên dagirkerande dinalin. Heger li perçê azad yekitî û yekrêziya nava mala wan heba, niha ew jî weke gelek miletan bûbûna xwedî dewleteke azad û serbixwe.
Hezar mixabin ku ew jî ne li hev in. Nakokiyên nava wan geş û bilind e. Ji ber vê ew jî nikarin Kurdistaneke azad û serbixwe ragihînin.
Heta ku rewşa wan ev be, zehmete ku bibin xwedî dewleteke Kurdistanî ku mafê gelê xwe li herçar perçan biparêzin. Dev ji parastinê berdin, roj bi roj wenda dikin.
Ev çand ev kultura neyekrêziya nava gelê kurd dîrokek dirêj e. Ehmedê Xanî û gelek rewşenbîr û ronakbîrên li du wî heta îro, kirin û dikin gazî û hawar. Serokeşîr, axa û malmezinên kurdan, guhên xwe ji ber gazî û hawara rewşenbîran girtibûn, tekoşînên dûr û dirêj dan, lê hemî bi wendabûn, malwêranî û koçberiyê dawî lê hat.
Em bala xwe didinê, pîştî hilweşandina dewleta Osmanî, gelek milet bûn xwedî dewleta xwe. Lê ji ber di nava axa, şêx, serokêşir û malbatên mezin yên kurdan de yekrêzî tunebû, hemiyan bi hevre wenda kirin. Em weke zarok û neviyên wan vê êşê dikşînin…
Ji roja ewil de heta îro jî di nava partî û rêxistinên Kurdistaniyan de yekitî û yekrêzî tune ye. Loma wendakirin dibe para me kurdan. Em û neviyên me bi hevre vê êşê dikşînin
Heta heşê me kurdan bê serê me, wê bi navê Kurdistanê tiştek nemîne. Ji ber ku em kurd ji dîroka xwe sûdê wernagirin, dîroka xwe naxwînin, wê fêm nakin, loma jî em nikarin xwe azad bikin…
Ji ber ku îro şûna axa, beg û malmezinan, partiyên siyasî girtiye. Ew jî weke axa û beglerên kurd tevdigerin. Di baweriya min de bingeh û asas yek e, dem, zeman û cih guherî ye. Lê aqil, mejî û helwest yek e. Çawa ku di demên berê de axa, malmezin û beglerên me ne li hev bûn. Yekrêzî û nelihevkirineke bilind hebû, îro jî bi awayekî din heman tişt e.
Heger partiyên me yên siyasî, serok û rêberên me dîroka xwe xwendibana, jê sûd wergitibana em ê îro yekbana û di bin sîwaneke neteweyî de bibana xwedî helwestek neteweyî. Hûn bawer bikin em niha xwediyê Kurdistana xwe jî bana…
Di roja îro de tu partiyên me şerê çekdarî naparêzin, ji ber ku dema şerê çekdarî derbas bû ye. Kar û xebat, pêşketin û destkeftî mane li ser xebatên legal ango eşkere. Lê di şert û mercên xebatên bi rêyên partiyên eşkere de jî hê hin weke dema xebatên berê ango îllegal kar dikin. Ev jî li rojevê nayê
Nikarên xwe zelal û eşkere bikin, nikarin bi mejiyekî brane li gor asasê berjewendiya gelê xwe kar bikin. Berê her axa an serokeşîrek berpirsê eşîr û gundiyê xwe bûn, ji nava lêvên wan çi derketa gundî û eşîrê ew dikirin. Ji ber ku di sîstemeke weha de rexne agir bû, loma kesan newêrîbûn xwe nêzîkî wî agirî bikirana.
Îro jî heman tişt bi nav û rengekî din berdewam e. Îro jî kes nikarin serok û rêvebirên partiyekê rexne bikin. Ji ber vê ye ku serok çi dibêjin endam jî weke wan dikin. Mêr û mêrxasek, kesên wêrek dernakevin ku serok û rêberên xwe rexne bikin. Loma jî ew çi dixwazin weke wan dibe. Serok heta hebe, serok e. Serok nayên rexnekirin ji ber ku yên rast ew in!!! Ev jî tê wê wateyê ku ji bilî hin îstîsneyan, serokên partiyên niha bûne axayên berê ku ne têne rexnekirin û ne jî zû bi zû têne guhertin. Piranî heta sax bin her ew serok û rêber in.
Çareserî:
Divê em qîmet û rûmeta serok û rêvebirên xwe bigrin. Lê divê em bikaribin, kêmanî û şaşiyên wan jî rexne bikin.
Heger em hêjî wan salmezinên her yekî ji wan çend rêxistin belav kirine û çend rêxistin ava kirine ku heta roja îro bi ser neketine, rexne nekin, em ê tu azadiyan jî nebînin. Wan serok û rêberana jî dê tim li gor berjewendiyên xwe yên sexsî û malbatî tevbigerin, em ê weke mirîdin çav girtî tenê ji wan re li çepikan bidin.
Bi saya bêdengî û wan çepikên me jî dê ewên her li ser serê me mezin bin. Ji bona saltanata wan ango mezinbûna wan ji dest nere dê tu yekitiyên li ser xeteke neteweyî dê pêk nînin. Ji salên heftê heta îro her serok û rêberên me kêm zêde yên îro, yên di çel pêncî salande yekrêziya nava xwe û ya partî û rêxistinên din pêk ne anîbin. Gelo ji îro pêde dikarin çi bikin?
Ji xwe piraniya wan nexweşin, hin ji serê xwe, hin ji psikolijiya xwe û piranî ji ber tenduristiya fizî nexweş in. Bi kesên nexweş û psîkolojiya wan xerabe jî tu yekrêzî û yekitî pêk nayê. Îmkan û media di destên wan de, ji bona xwe û propaganda xwe bi kar tînin. Medya partiyê di xizmeta wan de ye. Ji doza çareseriyê bêtir, behsa xwe û xebatên xwe dikin. Nebûme şahidê wê yekê ku ji van zir mezinan ku li ser yekitî û yekrêziyê bername çê kirine û nivîsîne.
Aha kerem bikin, Peymana Lozana dudan di parlemena tirkan de hate qebûlkirin. Êdî sed saleke din jî dê nikaribe kurdan ji tunebûnê azad bike. Serê serok û partiyên me yên Kurdustanî sax be.
Gelo di vê derbarê de nerîn, dîtin û helwesta serok û rêberên me çi ye???


