FlaşNivîsar

Qanûna ”Tirkiyeya bê Teror” û “pêvajo” li gel xwe çi tîne û çi dibe…!

Dawî kirina şerek bê wate ji bo Kurdian û civata kurd gelek erêniye. Heta têkçûna PKKê bi hemî awayî ji bo tevgera kurd başe.

Dara Bilek

Qanûna Çerçoveyî, bi navê rast ”qanûna Tirkiyeya bê Teror” herweha mirov dikare vê wek Qanûna Islah kirina PKKê û aliyên pêve girêdayî bi nav bike. Lê gotubêjên di vê çerçoveyê de têne kirin çikas rastin gerek li ser bê sekinandin. Ji berî her tiştekî PKK û derdora PKKê, dam û dezgehên PKKê ve girêdayî pirsa Kurd bi temamî red dike û bi gotina Ocalan bingeh tê girtin.

Ocalan di daxûyaniya ku bi destnivîsa xwe de bi zimanê Tirkî gelek vekirî, dide xûyakirin ku, berê bi xeletî behsa Serxwebûna , federasyon û tiştên din kirine, dema van buriye, niha bi tene entegrasyona Demokratik armanca meye.

Ne hewceye ku,”Entegrasyona Demokratik” bê minaqeşekirin. Yê fam dike ji xwe dizane ku, wateya vê gotinê çiye. Yê kaşo fam nake , naxwaze bi rewşa heyî têbigihe.

Eger mirov bi kuleka Kurdeyatiyê re li vê pirsê binirê û nirxandina bike; Bila kesek xwe nexapîne ya bûyî hewldana helandina civata kurd di nava dezgeh û civata Tirk de ye. Vêca ev proje çikas serdikeve, yan ser nakeve bazarek din e. Lê dema ev yek tê nirxandin, taybetî ew aliyên ku ne di nava PKKê de ne , lê wek PKKliyên şermok têne nav kirin, bila cardin berê xwe bidin tişta rûdayî û rastiya heyî têbigihin û li gora wê rêyekî ji bo xwe hilbijêrin.

Berê xwe bidinê ew alî û kesayetên li başûr û rojavayê Kurdistanê ya ku PKKê dikara diparasta, yanî hevaltiya PKKê rejima Sûriye ya berê re, hevaltiya wan bi hêzên Heşda şeibîre, herweha tawanên wan li Kerkûk û Şingalê diparastin, îro jî siyaseta helandina Kurdan diparêzin.

Hindik maye ku, kesayetek wek Dewlet Bahçelî wek ”welatparêzek” kurd bê navkirin. Ev yek û vê babetî ve girêdayî dîtinên dikevin rojeve bi xwe dijminatiya herî mezin ji bo miletekiye. Bahçelî tu cara nehatiye guhertin,doh çibe îro jî ew e. Lê ji bo berjewendiya dewleta xwe, ji bo berjewendiya civata Tirk û miletê Tirk bi vekirî dide xûyakirin ku, ev yek eva tê kirin pêwiste.

Bahçelî berjewendiyên dewlet û miletê xwe diparêze û eva tê kirin jî piştevaniya ramanên Bahçeliye. Bila kesek bi awayek din hewlnedê ne xwe û ne jî kurdan bixapîne.

Mirov ji bo çi pişgirya kesayetên siyasî dike? Ji bo ramanên wan, ji bo hewldanên wan ji bo siyaseta wan ya rast. Îro ev yek ne Ocalan re û ne jî Demirtaş re nemaye. Herdu jî li himber berjewendiyên xeta neteweyî û tevgera azadixwaz a Kurdistanî dîtinên xwe bi zelalî dibêjin.

Em berê xwe didinê bi çar aliyan, pişgiriyek bê aramanc tê kirin. Eger aliyên bikarin sedema pişgiriya vê pêvajoyê bidin kifşkirin, ev babetek dine û mirov tê digihe. Lê hema bê ku bizanin çi dikin û pişgiriya naveroka pêvajoyê bikin ev dibe tiştek din.

Bê guman hinek başiyên vê pêvajoyê hene, herweha hinek biryarên Ocalan dayîn wek, fesihkirina PKKê wek devjêberdana çekan gavek gelek erêniye. Ji ber ku ew astenga li pêşîya tevgera azadixwaz a Kurdistanî ji holê radike. Dawî kirina şerek bê wate ji bo Kurdian û civata kurd gelek erêniye. Heta têkçûna PKKê bi hemî awayî ji bo tevgera kurd başe.

Niha di çavderiya Hêzên ewlehiya Tirk de, çekdarên PKKê ji dev çekan berdidin û çek û baregehên xwe radestî hêzên ewlehiya Tirkan dikin. Berê xwe didin devera Silêmanîyê û deverên nezî tixûbê Îranê bi awayekî kom dibin. Gelo li wê derê çi dikin? Li gora hinek agahiyan li wan deran jî hewla cihbûnê dikin, yanî tunela dikolin û baregehên din ji bo xwe avadikin. Ne hema li hêviyêne ku qanûna çerçoveyî ji bo pêvajoyê derkeve û vegerin bakur û Tirkiye.

Bivê nevê pirsek derdikeve holê. Gelo dê cardin hewldanek hebê ku, çekdarên PKKê li deverekî bêne cih kirin û dema pêwist wan li dijî destkeftiyên başûrê Kurdistanê bi kar bînin? Ev tenê pirseke. Hêvî ewe ku, ne welê be. Lê gerek behsê bê kirin.

Di encam de ev ”Pêvajo” ne pêvajoya çareseriya pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê ye. Pêvajoya bê çekkirina PKKê ye û pêvajoyek navbera dewletê û PKKê de ye.

Ji bo kurda demkî bê jî hinek tiştên erênî hene ku behsê hatiye kirin. Lê metirsiyek jî heye ku, sibehî gelek ji van çekdaran bibin wek milisên dewletê û nehêlin kurd serê xwe rakin.

Gerek hemî awayên vê pêvajoya ku tê rêvebirin berçav bê girtin û nirxandinên berfireh bêne kirin. Xwesar û feydeyên ”Pêvajo” yê ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistanê bê şirovekirin  û rastiya heyî ji bo gelê Kurdistanê bê zelalkirin. Ev erkê aliyên Kurdistanî li bakurê welêt e.

Back to top button