
KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ (ÎNÎSîYATÎVA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ, PÊLKURD, PSK-PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTAN, PWK-PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ, VEJÎN-TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ, KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ) roja 20.07.2026ê li Amedê bi civîneke çapemenîyê êrîşên Dewleta Îranê yên li ser partîyên Rojhilatê Kurdistanê û yên li ser Başûrê Kurdistanê protesto kirin.
Civîna çapemenîyê li baxçeyê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat hate li dar xistin.
Moderetaorîya civînê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay birêvebir. Di destpêka civînê de ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.
Paşê M.Can Azbay peyamên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) xwend.
Paşê, nûnerê KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ, sîyesetmedarê kurd Alî Oncu bi kurdî daxuyanîya hevbeş a KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ xwend.
Li gel ÎNÎSîYATÎVA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ, gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî vê civîna çapemenîyê bûn.
Daxuyanîya hevbeş ya KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ li xwarê ye:
JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENÎYÊ RA
Hêja Xebatkarên Çapemeniyê,
Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
Li gorî agahdariyên weşandî, sê roj berê di encama êrîşa bi mûşek û dronan a li dijî navendên Komala Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ya li derdora Silêmaniyê de, 9 pêşmerge şehîd ketine û gelek pêşmerge jî birîndar bûne. Herwiha, duh dîsa Dewleta Dagirker a Îranê bi mûşek û dronan êrîşî ser bergehên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê kir û di vê êrîşa hovane de jî heşt pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) birîndar bûne. Ji navenda PAKê hate ragihandin ku rewşa çar pêşmergeyan giran e û jiyana wan di xeterê de ye.
Em van êrîşên xwînbar û hovane bi tundî şermezar û lanet dikin. Ev êrîşên Dewleta Dagirker a Îranê ne tenê li dijî komeke siyasî û leşkerî ne. Em van êrîşan wekî êrîşên li dijî miletê Kurd û hemû parçeyên Kurdistanê dinirxînin.
Dewleta Dagirker a Îranê di her asta dîrokê de li dijî tevgerên Kurdistanî û neteweya Kurd siyaseteke hovane û jenosîdal ajotiye. Li gorî gelek rapor û bûyerên dîrokî, ev siyaset bi operasyonên leşkerî, girtin, îdam û awayên cuda yên zordarî û sitemkariyê hatiye birêvebirin. Em van kiryarên li dijî maf û destkeftiyên miletê Kurd û heqîqeta welatê Kurdistanê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.
Ev êrîşên ku li her parçeyeke Kurdistanê çêdibin bandorê li ser hemû neteweya Kurd dikin. Ji ber vê yekê, êşa Rojhilatê Kurdistanê êşa hemû Kurdan e. Êşa Başûr, Bakur û Rojava jî ji hev cuda nîne. Li her çar aliyên Kurdistanê, her çi biqewime bandorê li hestên me gişkan dike û berpirsiyariyên me tîne bîra me.
Tu hêzek nikare bi mûşek û dronan, bi zindan, bi darvekirinê an bi siyaseta tundûtijiyê daxwaza azadiya miletê Kurd û serxwebûna welatê Kurdistanê ji holê rake. Dîrok her car nîşan daye ku zordarî û zulimkarî çareserî neanîye, lê tenê êş û xwînrijandin mezintir kiriye.
Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û hemû sazîyên navneteweyî yên berpirsiyar dikin ku li hemberî van bûyeran bêdeng nemînin, ji bo parastina sivîlan û kêmkirina rageşî û tengezariyê gavên pêwîst bavêjin û piştgirî bidin rêbazên ku li gorî hiqûqa navneteweyî ne.
Em bi rêz û hurmet pêşmergeyên xwe yên di van êrîşan de şehîd bûne bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbatên wan û hevalên wan re dixwazin û dilxemgîniya xwe ji wan xwişk û birayên xwe re radigihînin ku di van êrîşên Dewleta Dagirker a Îranê de rastî êş û azarê hatine. Herwiha em ji bo hemû birîndaran şîfayeke lezgîn dixwazin. 20.07.2026
BIJÎ KURDISTAN!
BIJÎ PÊŞMERGE!
BIMRE KOLEDARÎ!
BIMRE ZORDESTÎ!
BIMRE DEWLET Û REJÎMA ÎRANÊ!
KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ
(ÎNÎSÎYATÎVA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ – PÊLKURD – PSK – PWK – TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ – KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ)


