
Derbarê 30 gumanbaran de, ku di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Çankayayê de, tevî Şaredarê Çankayayê Hüseyin Can Güner jî,biryara girtinnê hate dayîn.
Dadgehê biryara girtina Şaredarê Çankayayê Hüseyin Can Güner û 24 kesan biryara girtinê hatiye dayîn. 6 gumanbarên mayî bi qedexeya seferê û şert û mercên kontrola edlî hatine berdan.
Di çarçoveya operasyona ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hatiye koordînekirin û ji hêla Şaxa Sûcên Darayî ya Daîreya Polîsan a Parêzgehê ve hatiye meşandin de, lêgerîn û desteserkirin li navnîşanên gumanbaran ên ku fermana girtinê ji bo wan bi tohmetên “avakirina rêxistineke sûc”, “endamtiya rêxistineke sûc”, “wergirtina bertîlan”, “dayîna bertîlan” û “sexteya îhaleyan” hatibû dayîn, hatin kirin. Di encamê de 30 gumanbar hatin binçavkirin.
30 gumanbar, tevî Şaredarê Çankaya Hüseyin Can Güner, ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin, piştî temamkirina karûbarên wan li qereqola polîsan, ji Dadgeha Enqerê re hatin veguhastin. Gumanbarên ku li Dozgerê Giştî yê Enqerê îfade dan, bi daxwaza girtinê ji Dadgeha Sulhê ya Nobedar re hatin şandin.Dadgehê jî biryara girtina wan da.
Navçeya Çankaya ya Enqere navçeyeka herî giring û mezin ya Enqereye. Her dema şaradariya Enqere ya mezin di destê AKPê de jî her tim li Çankaya CHP serdikaeta.Çankaya wek kelha CHPê tê nasandin.


