Polîtîk

Hikûmeta Holanda ji Hikûmeta Kurdistanê ditirse

Bekir Leşkerî: Hikûmeta Holanda ji wê yekê ditirsê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza qerebûkirina(tazmînat) qurbaniyên Helebçeyê ji wan bike

Bekir Leşkerî kesayetiyekî diyarê Kurde li welatê Holanda û çalakvanekî diyar û ber bi çave û li zêdetirê çalakiyên Kurdan ya li wî welatî de rolekî xwe yê ber bi çav hebûye. Ew xwedî bawernameya master ya li warê derfetên kar li navbera Holanda û Kurdistane. Her wiha peywendiyekî baş jî bi kesayetiyên navdar û bazirganên wî welatî de heye. Ji bilî wê jî pispore li warê darayî ya bank û li bazirganiya navdewletî û çalakiyên wî yên kar jî li warên wekî çandin û xorak û dirustkirina peywendiya li navbera çalakiyên nûnerayetiya kar û bazirganiya Kurdistan û Holanda de gelek çalake. 

Leşkerî dibêje: Hikûmeta Holanda bi bêyî rizamendiya Hikûmeta navendiya Iraqê wekî hevbeşekî rewa, li Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabîne ji bo karkirin û siyaset kirinê. Hikûmeta Holanda piştgîriyê li kompanya nefta Shell dike ku ew Shell li Kurdistanê de kar nake, ji bo wê yekê Hikûmeta Holanda dixwaze ew penaberên mafê penaberiya wan hatine retkirin bişîne Iraq û Kurdistanê. Tirsa Hikûmeta Holanda li wê yekê da heye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza qerebûkirina qurbaniyên Helebçeyê bike, ji ber ku derketiye holê ku bazirganên Holanda di dema xwe de beşek ji çekên kîmyayiyan firoştine Saddam Husên. Ji bo wê yekê Hikûmeta Holanda ji peymanên bazirganiya dû qolî ya li gel Ereb û Tirkan de jî gelek ditirse. Her wiha kompanyayên Holandî berjewendiya wan li wê yekê da heye tenê pare li Herêma Kurdistanê bi dest bînin û naxwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê encam bidin. 

Back to top button