
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di merasîmekê de li Hewlêrê, madalyaya rêzlênanê ya Serokkomarê Îtalyayê pê hate bexşîn. Ev madalya “Stêrka Îtalyayê” ya di pileya “Sûwarê Xaçê Mezin” de ye û yekem car e li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê tê bexşîn.
Di merasîmê de ku birêz Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê, nûnerên alî û saziyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, hejmarek ji nûnerên dîplomatîk û mêvan amade bûn, birêz Nicolo Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê, madalya pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir.
Di peyvekê de bi vê helkeftê, birêz Balyozê Îtalyayê got: “Ev rêzlênan ji ber pêgeha siyasî ya bêhempa û bilind a Serok Nêçîrvan Barzanî û rola wî ya sereke di bihêzkirina peywendiyan de ye. Herwiha pêzanînek e bo hewildanên wî yên berdewam di pênava diyalog û aştiyê de, tevî piştgiriya wî bo hatina kompanyayên Îtalyayî, vekirin û bilindkirina asta Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê li Hewlêrê û pêşkêşkirina hêsankarî û hevkariya tam bo hêzên serbazî û tîmên arkeolojiyê yên Îtalyayî li Herêma Kurdistanê.”
Birêz Balyozê Îtalyayê herwiha ragihand: “Ev merasîm piştrastkirina dostaniya rastgo ya Îtalyayê ye ligel Iraq û Kurdistanê ku Serok Nêçîrvan Barzanî parêzvanê wê yê herî baş bûye.” Herwiha pesna serkirdayetiya realîst a birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku Iraq û Kurdistan berdewam bin di sûdwergirtin ji serkirdayetiya wî.
Paşê di peyvekê de bi vê helkeftê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê kêfxweşî û serbilindiya xwe ya kûr bo vê rêzlênanê nîşan da û spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Serokkomar, hikûmet û gelê Îtalyayê kir. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku ev yek rengvedana peywendiya dîrokî û dêrin a Îtalyayê ye ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêzanînek e bo hemû wan kesên ku beşdarî di avakirin û bihêzkirina peywendiyan de kirine.
Eve jî naveroka gotara birêz Serokê Herêma Kurdistanê ye:
Birêz Balyozê Îtalyayê,
Birêz Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê,
Birêz Cenabê Patrîark û kasayetiyên olî,
Amadebûyên hêja,
Êvara we baş, hûn hemû bi xêr hatin.
Ez kêfxweş û serbilind im bi wergirtina vê madalyayê. Ji dil spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî cenabê Serokkomar Sergio Mattarella û hikûmet û gelê Îtalyayê dikim bo vê rêzlênana bilind.
Ev rêzlênanek e bo peywendiya dîrokî û dêrin a Îtalyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, di heman demê de pêzanînek e bo hemû wan kesên ku di salên borî de bi dilsozî kar bo avakirin û bihêzkirina vê peywendiya dualî kirine.
Îtalya her dem hevbeş û dostekî cihê baweriyê yê Iraq û Herêma Kurdistanê bûye û berdewam e. Em helwestên siyasî û piştgiriya dîplomatîk a berdewam a Îtalyayê bilind dinirxînin û serbilind in bi wê rola girîng a ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de di şerê dijî DAIŞê de lîstiye.
Piştgiriya serbazî ya Îtalyayê, rahênan û meşqkirina hêzên Pêşmerge û piştevaniya wê bo hêzên Iraqî, bandoreke girîng hebû di parastina Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî û têkşikandina terorê û parastina asayîş û aramiya welatê me.
Îro jî, em bi berdewamiya vê hevkariyê kêfxweş in, bi taybetî di piştgirîkirina pêvajoya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge û avakirina şiyanên wan de. Em vê hevkariyê wek veberhênan di asayîşa Iraqê û aramiya navçeyê de dibînin.
Herwiha, pêzanînên me yên zêde bo beşdariya berçav a Îtalyayê hene di parastina çand û mîrata mirovahiyê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê, ew jî bi rêya tîmên arkeolojiyê yên zanîngehên Îtalyayî ku kar û lêkolînên zanistî yên girîng encam dane, hîn jî berdewam in û beşdarî kirine di lêkolîn, parastin û nûjenkirina çendîn şûnwarên dîrokî de li Kurdistan û Iraqê. Ev rengvedana giringîdana kûr a Îtalyayê ye bi şaristaniya hevbeş a mirovahiyê.
Peywendiyên me ligel Îtalyayê tenê di sînorê siyaset û asayîşê de namînin, belku warên aborî, veberhênan, çand, xwendin û arkeolojiyê jî li xwe digire. Em li bendê ne û dixwazin vê hevbeşiyê berfirehtir bikin bi şêweyekî ku xizmeta berjewendiya her du aliyan bike, hevkariya navbera saziyên me bihêztir bike û bibe asoyekî nû bo nifşên me yên dahatû.
Kirîna zevî û avakirina avahiya Konsulxaneya Giştî ya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê, nîşaneya niyeta Îtalyayê ye bo pêşxistina zêdetir a peywendiyan û mayîna wan li Herêma Kurdistanê.
Her di vê helkeftê de, ez dixwazim tekez bikim ku Herêma Kurdistanê wek beşeke girîng a Iraqê, bo her dem wek nîştimanekî aram bo tevahiya pêkhateyên olî û neteweyî yên din dê bimîne û dê berdewam be di parastina çanda pêkvejiyanê, lêborînî û qebûlkirina yê din û rêzgirtin li mafên mirov û azadiyan û mafên jinan. Em bi vê çandê serbilind in ku beşeke resen a nasnameya gelê Kurdistanê ye bi hemû pêkhateyên wê ve.
Ez dixwazim wê yekê jî dûpat bikim ku Herêma Kurdistanê wek hevbeşekî berpirsiyar û çalak dimîne di çespandina asayîş û aramiyê de li Iraq û li navçeyê û dê berdewam be di avakirina peywendiyên hevseng û bihêz ligel Roma, herwiha ligel tevahiya paytextên Ewropa û cîhan û navçeyê de li ser bingeha diyalog, rêz û peywendiya hevbeş.
Ji vir ve ez careke din spasî û pêzanînên xwe yên kûr bo vê rêzlênana îro diyar dikim. Bi navê gelê Kurdistan û Iraqê û bi navê her kesekî ku di bihêzkirina dostaniya navbera her du aliyan de beşdar bûye; bi serbilindî îro vê madalyayê werdigirim. Spasiya hemû wan kesan dikim ku kar kirine bo geşepêdana wê peywendiya ku îro di navbera Herêma Kurdistan û Îtalyayê de heye.
Gelek spas bo we û hêviya êvareke xweş bo we hemûyan dixwazim.
Gelek spas.









