
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi serdaneke fermî çû Şama.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî li balefirgehê pêşwazî li Macron û şandeya kir.
Di nûçeyên medyaya fermî ya Sûriyeyê de hat destnîşankirin ku ev serdan ji sala 2008an ve cara yekem e ku serokkomarekî Fransayê diçe Sûriyeyê.
Hat diyarkirin ku vê serdanê, pêwendiyên Sûriye û Fransayê derbasî qonaxeke nû kiriye ku li ser bingeha rêzgirtina dualî û hevbeşiya wekhev hatiye avakirin.

Serokkomar Macron, li ser hesabê xwe yê Xê derbarê serdana xwe de daxuyaniyek da.
Macron di daxuyaniya xwe de anî zimên ku Fransa biryardar e li kêleka gelê Sûriyeyê bisekine.
Macron di parvekirina xwe de ev peyam da:
“Ez hatim ku pêbendbûna Fransayê ya li hemberî gelê Sûriyeyê binêm zimên.
Ji bo Sûriyeyeke serwer, di nav pirrengiya xwe de yekgirtî û bi cîranên xwe re di nav aştiyê de be werin em bi hev re


