CîhanFlaş

Medyaya Amerîkî: Artêşa Îranê bi mûşekan êrîşî du keştîyên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn kir.

Di demekê de ku bala cîhanê li ser Civîna Bilind a Rêberên NATOyê ye, ku îro li Enqere dest pê dike, pêşketinek girîng çêbûye ku dikare rageşiyê li Rojhilata Navîn zêde bike.

Li gorî raporek ji aliyê Axios a li Amerîkayê ve, tê gotin ku artêşa Îranê êrîşeke mûşekî li ser du keştîyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn, kiriye.

Raport îdîa dike ku her du keştîyên bazirganî zirareke giran dîtine. Karbidestên Amerîkî diyar kirin ku, di bûyerê de birîndar an jî mirin tune ne.

Raport her wiha dibêje ku, mimkine DYA êrîşên tolhildanê li ser hedefên leşkerî yên li Îranê bike, di heman demê de rayedarên Îranê hîn daxuyaniyek fermî der barê îdiayan de nedane.


Berî îdiayan, Ajansa Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Birîtanya ragihand ku tankerek ku bi qasî 8 mîlên deryayî li rojhilatê perava Omanê, Limassol, diçû, rastî êrîşeke gumanbar hatiye.

Back to top button