FlaşPolîtîk

Serok Barzanî û Îbrahîm Kalin pêşxistina peywendiyan tekez kir

Serok Barzanî û Serokê Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiye (MÎT) ya tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê de di warên cuda cuda de kir.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 1ê Tîrmeha 2026ê) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Niştîmanî (MÎT) ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin û şanda pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di wê hevdîtinê de her du aliyan li ser pêşhat û guhertinên li deverê û astengiyên li pêşberî tenahî û ewlehiya deverê dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.

Her di wê rûniştinê de, tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û hevahengiya sêalî di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê de di warên cuda cuda de hat kirin.

Back to top button