Polîtîk

Amerîka û Tirkiye pêşwaziyê li civîna Bexdayê dikin

Peyvdara wezareta derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got ku, Amerîka pêşwaziyê li civîna navbera Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê dike û daxwaz kir ku, Hewlêr û Bexda li ser biverkarkirinê ji bona xweşkirina jiyana îraqiyan berdewam bin.

Wezareta derve ya Amerîkayê dibêje ku, Waşîngtom piştevaniya wan xebat û tekoşînan dike yên ku ji bona zêdekirina rêjeya hinartina neftê bo dervey Îraq dike û dixwaze dahatiniyê neftê bi edalet bo hemû îraqiyan be.

Her li dor civîna navbera serokwezîrê Îraqê û serokwezîrê Kurdistanê ku, roja 25ê vê mehê li Bexdayê hat saz kirin wezîrê enerjiyê yê hikûmeta Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de dibêje ku, Hewlêr û Bexda li ser wan xalan li hev kir ku, ji bo hinartina nefta herêma Kurdistanê bo dervey Îraqê pêwîst bûn.

 

Taner Yeldiz wezîrê enerjiyê yê hikûmeta Tirkiyeyê got:  ”Piştî mekanîzmeke sêalî, birayên me li Îraqê got yaku maye em dê di navbera  xwe de çarser bikin. Vê yekê jî bi timamîê peywendî bi xweşiya jiyana îraqiyan ve heye. Hemû dahatiniyê nef û gazê peywendî bi hemû îraqiyan heye. Tirkiye dê berdewam piştgiritya wan bike. Em di hestiyariya (hesasiya) hikûmetê Îraqê digehin.”

weke tê zanîn roja 25ê bê mehê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û digel Nurî Mlaikî serokwezîrê Îraqê civiya. di civînê de pirsa hinartina nefta herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê hat minaqeşe kirin û hikûmeta Tirkiyeyê hate rayê û li ser şertên hikûmeta Kurdistanê razî bû.

Back to top button