Cîhan

CENTCOM: Me êrîşî radarên Îranê û navendên avêtina dronan kirin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dibêje ku wan roja Şemî û Yekşemê rêzek êrîşên hewayî yên “xweparastinê” li ser radar û cihên avêtina dronan li herêma Ghuruk a Îranê û girava Qişm pêk anîne.

Di postekê de li ser tora civakî ya X, Centcom got ku êrîş bersiva êrîşên Tehranê bûn, wan droneke MQ-1 a Amerîkî li avên navneteweyî êxistîbûn.

Li gorî Centcom, balafirên şer ên Amerîkî radarek, stasyonek kontrolê û du dronên ku gef li keştîyên bazirganî dixwarin, wêran kirin.

Washington dibêje ku di êrîşan de ti leşkerên Amerîkî birîndar nebûne.

Di heman demê de, roja Duşemê, 1ê Hezîrana 2026an, Pasdarên Şoreşa Îranê gotin ku wan baregeheke hewayî ya Amerîkî hedef girtine ji bo tolhildana bombebaranên li başûrê welêt.

Back to top button