Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Îtalyayê civiya

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Nicolo Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê kir.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Îtalyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Her wiha, behsa serdana dawî ya Serok Nêçîrvan Barzanî bo Îtalyayê û hevdîtin û civînên wî yên li Romayê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî nîşandana rûmeta ji bo piştgiriya berdewam a Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, tekez kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendî û hevkariya hevbeş a ligel Îtalyayê zêdetir pêş bixe.

Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Îtalyayê peywendiyên welatê xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng wesif kirin, her wiha tekez li ser berdewamiya pabendbûna Îtalyayê bo piştgiriya aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Gotûbêjkirina geşedanên dawî yên rewşa herêmê û çend mijarên cihê balkêşiya hevbeş, mijareke din a civînê bû ku birêz Tommaso Sansone, Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê tê de amade bû.

Parve bikin li ser

Back to top button