Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz El-Kazimî rewşa Iraqê û herêmê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mistefa El-Kazimî, Serokwezîrê berê yê Iraqê kir.

Di hevdîtinekê de, wan rewşa Iraqê gotûbêj kir û tekez li ser giringiya piştgirîkirina pêvajoya siyasî, parastina aramiyê û berdewamiya diyaloga navbera aliyan de ji bo berjewendiya giştî ya welat kirin.

Bandorên rewşa giştî ya Rojhilata Navîn mijareke din a hevdîtinê bû. Tê de her du alî li ser pêwîstiya parastina aramiya herêmê hevnêrîn bûn.

Back to top button