Polîtîk

Serdanên Ocalan..!

Her carê heyeta DEMê serdana Ocalan dike di medyayê de dibe babetek girîng! Taybetî di medya PKKê û başûrê Kurdistanê de gelek berfirehî cih didin van nûçe û gotarên Ocalan. Mimkine di hinek qonaxan de gotarên Ocalan girîng bin. Lê dixweyê vê qonaxa em têre derbas dibin hêdî girîngiya peyamên Ocalan nemaye.

Ji berî her tiştekî gotarên Ocalan dema ji aliyê heyeta DEMê ve têne ragihandin, ne cihê baweriyêne û mirov nizane ka heta çi radeyê raste. Ji ber ku her gotara Ocalan di kontrola MITê re derbas dibe û piştî tê erêkirin ji DEMê re tê rêkirin û heyeta DEMê radigihîne.

Ji aliyek din ve her carê hevdîtin Ocalan re pêktê,hevdîtin hemû dibe protokol. Lê gelo ev protokol yan jî gotinên Ocalan heta çi radeyê têne belav kirin. Di rastiya xwe de bihêlin Ocalan ji bo “pirsa Kurd” gotinekî bêje, ew bi tenê wek benîştekî li gora xwe behsa “demokratikbûnê” dike û vê gotinê di devê xwe de dicû.

Bawer bikin eger gotinên Ocalan rastî wek ku wî gotin bêne ragihandin, dê insanek kurd gotinên wî qebûl neke. Ji ber ku tiştekî bi xêra Kurdan re bêje ne ji mimkinataye.

Ocalan tenê behsa du gotinên bingehîn dike. “entegrasyon” û “demokratik” yanî helandina kurdan di nava civata Tirk de bi awayek “demokratik” bê kirin.

Gelo ewên ku çavgirtî propagandeya Ocalan dikin dizanin ku ew bi hemd yan jî bê hemdê xwe çikas zererê didin Tevgera azadixwaza Kurdistanê. Gelo ew dizanin çikas bi nirxên civakî dileyzin. Pirs ev e. Tu pêwendiya Ocalan û partiya wî bi kurdeyatiyê re ji bo xêra kurda nemaye…..

Back to top button