Polîtîk

Erdogan: “Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror”destkeftiyêka me ya herî mezin e..

Serokkomar û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de derbarê mijarên rojane de daxuyaniyên girîng dan.

Erdogan behsa pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” kir û got, “Em bi aqil, hişmendî û samîmiyet biryardar in ku pêvajoya xwe ya ‘Tirkiyeya Bê Teror’, ku em wekî yek ji destkeftiyên xwe yên herî mezin dibînin, bi aqilê selîm, hişmendî û samîmiyetê bigihînin armanca wê. Saziyên peywendîdar ên dewleta me bi awayekî dijwar li ser awayên cûda dixebitin ku dê pêvajoya jiholêrakirina rêxistinê bilezînin. Her wiha em bi hevkarê xwe yê Tifaqa Gel re li ser rê, rêbaz û gavên nû yên ku dê kapasîteya çareseriyê ya siyasetê zêde bikin, bi tevahî dişêwirin. Bi baweriya ku divê karên baş zû werin kirin, em dixwazin vê pirsgirêkê di zûtirîn dem de ji rojeva miletê xwe derxînin. Ez dixwazim îro careke din vê yekê tekez bikim: Tirkiye xwedî îrade, kapasîteya û ezmûna xwe ye ku vê pirsgirêkê bi awayekî daîmî çareser bike, ku bi tena serê xwe lêçûnek aborî ya ji 2 trîlyon dolarî zêdetir e. Piştgiriya me ya herî xurt milet e, hûn in. Em di vê rêyê de bi miletê xwe re qet dudilî nakin.”

Back to top button