Wezareta Ewqafa Kurdistanê Dêr dirust dike
Birêveberê Giştî yê Karubarê Mesîhiyan eşkere kir ku cara yekeme li ser budçeya giştî ya Wezareta Ewqaf, sê Dêr (kilise) û navendekî rewşenbîrî ji bo Mesîhî, Ermen û Aşuriyên Herêma Kurdistanê tê dirust kirin.
Xalîd Cemal Albêrt Birêveberê Giştî yê Karubarê Mesîhiyan, li Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, biryare dêrek ji bo Mesîhiyan li navçeya 108 ê bajarê Hewlêrê bê dirûstkirin ku zêdetirê wan xelkên koçberin. Ev Dêr bi pênç milyar û 133 milyon dînaran tê dirust kirin, ji bilî wê jî navendeke rewşenbîrî ji bo Aşuriyan tê dirust kirin. Her wiha got: “Biryare Dêrek ji bo Ermenan û Dêreke din jî bi navê (Suryan Ortodoks) ji bo Suryaniyan bi dû milyar û 500 milyon dînaran bê dirust kirin”.
Her wiha got: Dirustkirina wan sê dêran cara yekeme ku li ser budçeya Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ve tê bi cîhkirin, eve jî nîşana pêkvejiyana hemû ol û mezhebane cûdahiyên xwe ve li Herêma Kurdistanê de dijîn.