Polîtîk

Navê mekanîzmaya ku dê “pêvajoyê” bi rê ve bibe hat ragihandin.

Li gora nûçeya ku di medya Tirkî de hatî ragihandin gelek bi zelalî behsa Pêvajoyê dike û behsa gavên ku hatîn avêtin dike.

Nûçe wehaye:

Her çiqas xebatên yasayî yên li ser pêvajoya “Tirkiyeya bê Teror” bileztir dibin jî, hûrgiliyên mekanîzmaya ku piştî piştrastkirina ku rêxistina PKKê çekên xwe danîne, ji bo birêvebirina pêvajoyê tê plankirin, bi dest xistiye.

Pêşnûmeya ku tê nirxandin, tê plankirin ku bi navê “Pêşnûmeya Qanûna Entegrasyona Civakî û Hevgirtina Neteweyî” were binavkirin. Li gorî pêşnûmeyê, komîteyek dê mekanîzmayê û tevahiya pêvajoyê bişopîne. Navê komîteyê dê “Komîteya Çavdêrîkirin û Koordînasyona Entegrasyona Civakî” be.

Komîte dê hem hevrêziya nav-sazûmanî misoger bike û hem jî prosedurên ku ji bo hêmanên çekdarên ku çekên xwe danîne, li gorî agahiyên ji qadê hatine wergirtin, bişopîne.

Komîte dê nûnerên Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT), Wezareta Karên Hundir, Wezareta Parastina Neteweyî, Wezareta Dadê, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî û Wezareta Tenduristiyê di nav xwe de bigire

Lijne dê pêvajoya ji holêrakirina hemû hêmanên rêxistina PKKê û bêçekkirina endamên wê di çarçoveyek objektîf, pîvandî û verastkirî de bişopîne û encamên xwe bide.

Piştî tespîtkirina ku pêvajoya bêçekkirinê temam bûye, ev lijne dê planên ji bo vegerandina endamên rêxistinê di jiyana civakî de jî pêş bixe.

Lijne dê her wiha raporên periyodîk li ser qonaxên pêvajoyê ji Serokê Parlamentoyê re pêşkêş bik

Her wiha dê mekanîzmayek were danîn da ku biryarên Lijneyê ji hêla saziyên giştî yên cûda ve werin bicîhanîn. Hevkariya di navbera saziyan de dê were misogerkirin.

Back to top button