Cîhan

Daxûyaniyek ji rêberê olî yê Îranê

Rêberê olî yê Îranê Mucteba Xameneyî di daxuyaniyekê de, 10 xalên bingehîn û giring derbarê pêşeroja welatên Kendavê û Tengava Hurmizê de ragihandin.

Li gora medya fermî ya dewleta Îranê 10 xalên ku rêberê wan ê olî ragihandin evin:

1- Hebûna Amerîka li ser xaka welatên Kendavê, sedema herî mezin a nebûna ewlehiyê ye li navçeyê.

2- Baregehên leşkerî yên Amerîkayê bêdesthilat in û nikarin ewlehiya xwe, bi xwe jî dabîn bikin.

3- Paşerojeke geş li benda navçeya Kendavê ye; paşerojeke ku ji Amerîkayê dûr be û di xizmeta pêşketin û xweşgûzeraniya gelên navçeyê de be.

4- Çarenivîsa me û cîranên me yên di avên Kendavê û Deryaya Ummanê de, yek e.

5- Ji bo biyaniyan ti cih di Kendavê de nîne, eger hebe jî ew tenê kûrahiya avên deryayê ye.

6- Serkeftinên li pey hev ên Îranê li Kendavê, pêşengiya sîstemeke nû li navçe û cîhanê dike.

7- Ji bo dabînkirina ewlehiya Kendavê, divê spasiya serkeftina Îranê di birêvebirina Tengava Hurmizê de were kirin.

8- Divê hemû ew derfetên ku dijmin dikare ji bo xerabkirina Tengava Hurmizê bi kar bîne, ji holê werin rakirin.

9- Dabînkirina aramî û pêşketina gelên navçeyê, bi rêya bingehên yasayî û cîbicîkirina şêwazekî nû yê birêvebirinê li Tengava Hurmizê pêkan e.

10- Gelê Îranê dê bi wan destkeftên aborî yên ku ji birêvebirina nû ya Tengava Hurmizê têne bidestxistin, şa bibe.

Back to top button