Trump: Ez difikirim ku projeya Azadiya li Tengava Hormuzê ji nû ve dest pê bikim.

Trump di axaftina xwe ya bi Fox News re diyar kir ku ew li ser vejandina projeya ku wî dest pê kiriye û dûv re rawestandiye da ku rê bide derbasbûna keştîyên bazirganî yên ji welatên “bêalî” yên ku di Tengava Hormuzê de asê mane û ne girêdayî krîza Rojhilata Navîn in difikire, û got, “Ez ê baca benzînê demkî rakim.”
Serokê Amerikayê careke din gef li rêveberiya Tehranê xwar û got, “Rêberên bi piştgirîya tund ên li Îranê dê teslîm bibin; ez ê heta ku lihevkirinek çêbibe bi wan re mijûl bibim. Îraniyan gotin ku divê DYA ‘toza nukleerî’ ji tesîsên wêrankirî rake.”
Derbarê bersiva Îranê ya ji bo pêşniyarên wî yên ji bo bidawîkirina şer de, Trump got, “Ev pêşniyarek bêaqil e, û kes wê qebûl nake.”
Serokê Amerîkayê, derbarê şerê di navbera Îran û Amerîkayê de got, “Ew difikirin ku ez ê piştî demekê bêzar bibim. Em ê serkeftinek tevahî bi dest bêxin. Di teorîyê de, me berê serkeftinek leşkerî ya tevahî bi dest xistiye.”
Trump di bersiva pirsek li ser agirbesta bi Îranê re got, “Piştî ku min ew nivîsa tirsnak a ku ji me re hatibû şandin dît, ez dikarim bibêjim ku agirbest pir qels e. Min hîn xwendina wê temam nekiribû.”
Trump di 4ê Gulanê de ragihand ku ew ê dest bi alîkariya keştiyên ji welatên “bêalî” yên ku di Tengava Hurmuzê de asê mane û ne girêdayî krîza Rojhilata Navîn in bikin, û jê re got “Projeya Azadî”.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, di civîneke çapemeniyê de li Qesra Spî, operasyona “Projeya Azadî” parast û diyar kir ku ew ji bo rizgarkirina nêzîkî 23,000 sivîlan ji 87 welatên cûda yên herêma Kendavê ji ber girtina Tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve hatiye destpêkirin.
Di 6ê Gulanê de, Trump ragihand ku wan biryar daye ku Projeya Azadiyê bi demkî rawestînin.


