CENTCOM: Me êrîşên Îranê li Tengava Hurmuzê têk birin..

Fermandariya CENTCOMê diaxûyakirin ku wan, bersiva rêze êrîşên “bêmaf” ên Îranê li Tengava Hurmuzê daye.
CENTCOM di daxuyaniyekê de got ku di 7ê Gulanê de, keştîyên mûşekên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê USS Truxtun, USS Rafael Peralta û USS Mason dema ku ji Tengava Hurmuzê ber bi Deryaya Omanê ve di rêya avî ya navneteweyî de diçûn, ji aliyê hêzên Îranê ve rastî êrîşê hatin.
Centcom got ku hêzên Îranê gelek mûşek, dron û qeyikên bilez li dijî keştîyên Amerîkî bikar anîne, lê yek ji wan nehatiye lêdan û zirar nedîtiye.
Di bersivê de, hêzên Amerîkî ji bo parastina xwe çend çeperên leşkerî yên Îranê yên berpirsiyarê êrîşan kirin armanc. Di nav wan de cihên avêtina mûşek û dronan, navendên fermandarî û kontrolê, baregehên çavdêrî û îstîxbaratê hene.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê dibêje ku ew naxwaze aloziyan zêde bike, lê bi tevahî amade ye ku hêzên Amerîkî li herêmê biparêze.
Pevçûnên leşkerî di demekê de tên ku agirbestek demkî di navbera Tehran û Washingtonê de li ber hilweşînê ye. Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî têkçûna danûstandinên navokî yên Pakistanê, fermana ambargoya deryayî li ser Îranê da.
Di bersivê de, Îranê Tengava Hurmuzê ji bo keştîyên navneteweyî girt.
Vê pêşketinê metirsiya şerekî cîhanî li herêmê zêde kiriye û bazirganiya enerjiyê ya cîhanî xistiye krîzek mezin.


