Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Besrayê harîkariya parêzgehan gotûbêj dikin

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi Esed El-Îdanî, Parêzgarê Besrayê re, rewşa parêzgehê û peywendiyên wê yên bi parêzgehên Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin.
 
Herdu aliyan tekezî li ser giringiya berfirehkirina asoyên harîkariya hevbeş kirin, her wiha derbarê çawaniya fêdedîtina ji ezmûnên serkeftî yên parêzgehan di warên cuda de, nerînên xwe guhertin.
 
Pêvajoya siyasî û rewşa giştî ya welat, beşek din a hevdîtinê bû.

Back to top button