Polîtîk

Hudapar: Dijî Kurdistanê hemû siyasetmedarên Tirk dibin yekdeng

Saîd Şahîn Peyvdarê Partî û Cîgirê Serokê Giştî yê Patiya Doza Azad (Hudapar): Siyaseta Tirk ku demeke dûr û dirêj li ser bingeha înkarkirina Kurd û Kurdistanê hatibû avakirin, ji ber zexta rastiyan çawa ku li gel Kurdan rû bi rû bû neçare li gel Kurdistanê jî rû bi rû bibe û aşt bibe.

Şahîn di derbarê nerazîbûnên li ser navê Kurdistanê û derxistina peyva Kurdistana Tirkiye ji raporên Lîjneya Giştî ya Parlementoyê de da zanîn ku li hemberî Kurd û Kurdistanê hemû siyasetmedarên Tirk dibin yek deng û got:Siyaseta Tirk ku demeke dûr û dirêj li ser bingeha înkarkirina Kurd û Kurdistanê hatibû avakirin, ji ber zexta rastiyan çawa ku li gel Kurdan rû bi rû bû neçare li gel Kurdistanê jî rû bi rû bibe û aşt bibe. 

Her wiha Şahîn da di derbarê navê Kurdistanê de da jî got: Wekî ku me li bernameya partiya xwe de jî navê Kurdistanê eşkere kiriye, Kurdistan navê wê cografyayê ye ku li Rojhilat ji çiyayên Zagros, li Rojava ji rojhilata çiyayên Torosê, li bakûr ji başûrê çiyayên Deryaya Reş berev başûrê rojhilat û heta bakûrê Bendava Basra, bakûrê rojhilat ji berev Kafkasan ve dirêj dibe û li rojavayê başûr jî heta digihe bakûrê Helebê dirêj dibe. 

Back to top button