Cîhan

Christodoulides: Me Erdogan vexwend Lûtkeya YEyê, lê wî red kir.

Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides ragihand ku wan Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan vexwendiye lûtkeya nefermî ya YYekitiya Ewropa ku di 23-24ê Nîsanê de li Qibrisa Başûr pêk hat, lê Erdogan ev vexwendname red kir.

Christodoulides di axaftina xwe ya bi televîzyona SKAI ya Yewnanî re îdia kir ku Qibrisa Başûr hewl dide Serokatiya xwe ya YEyê bikar bîne da ku “Pirsgirêka bi Enqerê re çareser bike”, lê rayedarên Tirk li hember vê yekê ya pêwist nakin.

Hat hînbûn ku navbeynkarên ji gelek welatên endam ên YEyê yên ku têkiliyên wan ên nêzîk bi Tirkiyeyê re hene jî di pêvajoya vexwendina Tirkiyeyê bo lûtkeya li Qibrisa Başûr de beşdar bûne. Sedema vê yekê ew bû ku berî vexwendinek fermî eleqeya Enqerê were pîvandin, bi vî rengî rê li ber redkirina giştî were girtin.

Serokê Qibrisê Christodoulides diyar kir ku pêşniyar “nerm” e; Wî diyar kir ku daxwazên wan ne tenê beşdarbûna Serok Erdogan di Lûtkeya Rêberan de, lê di heman demê de vexwendina Wezîrê Derve Hakan Fidan bo civîna “Gymnich” a wezîrên derve an jî Cîgirê Wezîrê Karûbarên Ewropî ya Konseya Karûbarên Giştî jî dihewîne.

Hristodulidis got ku armanca wan “ne wergirtina redkirinek teqez, lê afirandina pêşketinên erênî ye,” û got jî, “Peyama ku me wergirt ew bû ku ew li himber me ne erênine.”

Serokên YE di 23-24ê Nîsanê de li Komara Qibrisê ji bo Lûtkeya Serokan civiyan. Serok ji Lubnan, Misir, Sûriye û Urdunê, û her weha Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Kendavê, jî li Başûrê Qibrisê bûn da ku di çarçoveya lûtkeya YE de bi hevpîşeyên xwe yên Ewropî re hevdîtin bikin. Berî lûtkeyê, banga Seroka Komîsyona Ewropî Ursula von der Leyen a “pêşîgirtina li bandora van her sê welatan li ser parzemîna Ewropayê”, ku Tirkiye li kêleka Rûsya û Çînê behs kir, vê jî di navbera Enqere û Brukselê de krîzek çêkir.

Back to top button