Mizgevta biratiyê
Ew avahiya ku bawermend lê perestinî dikin, bi kurdî jê re mizget tê gotin. Çi kesê ku bixwaze perestinî ji Xwedayê mezin re bike, diçe wê mizgeftê û li wirê dike. Ji perestiniyê zêdetir, bawermend li mizgeftê berzûrî Xwedê dibin û jê daxwaza lêborînê jî dikin.
Piştî wê yekê, kesên ku çûne mizgeftê, xwe paqijê ji guneh û nepakiyan dibînin. Ji ber ku di baweriya hemû bawermendan de mizgeft cihekî pîroz e, kesên ku diçin wirê jî divê dilpak û paqij bin.
Herweha di nava mizgeftê de kes ji kesî naxeyde û kes duezmanî, dirûtî, zikreşî, hevsûdî, çavnebarî, dilreşî nake û gotina derew jî nabêje. Lê belê li derveyê mizgeftê, eynî ew kesê ku çûye li mizgeftê perestinî kiriye, van hemû xeysetnepakiyan dike û ne mizgeft, ne jî Xwedê dikevin bîra wî.
Baş e, nexwe li virê çend pirs derdikevin holê:
1- Mizgeft bi destên mirovan hatiye avakirin. Çima kes di nava mizgeftê de xirabî nake?
2- Dinya bi fermana Xwedê hatiye çêkirin. Çima eynî ew kesê ku di nava mizgeftê de xirabî nake, lê li ser ruyê vê dinyaya ku Xwedê daye çêkirin xirabî dike?
3- Madem baweriya bawermendan bi Xwedê û milyaketin Xwedê heye, herweha ew dizanin jî ku Xwedê û milyaketên xwe wan dibînin jî, lê dîsa jî ew xirabî û gunehkariyê dikin! Sedema vê yekê çi ye?
4- Pisporên olî gotine: ”Eger tu gavek bi aliyê Xwedê ve herî, Xweda deh gav dê bi aliyê te ve bê.” Ev bi wateya ku tu qenciyekê bikî, wê Xweda deh qencî bi te bike. Ey bawermend, çima ku qencî nakî?
5- Dîsa pisporên olî gotine: ”Xwedê ji bo dewlemndan gotiye: ´Mal malê min e, feqîz zarûkên min in, dewlemend wekîlên min in. Divê ku wekîlên min, malê min li zarûkên min belav bikin.” Ya wekîlên Xwedê, çima hûn malê Xwedê li zarûkên (feqîr û jar) Xwedê belav nakin?
Nexwe êdî eşkere ye ku îman bûye wek pizotekî agirê qoncan. Kesê ku destê xwe bavêjê dê bişewite, kesê ku destê xwe navêjê jî dîsa wê bişewite.
Xwedayê mezin alîkarê hemû jar û belengaz û bawermendên li jiyanê be.
Bi hêviya serkeftin û azadiya fikr û vînê, her şad û bextewer bin…
Stockholm 18/ 12/ 2013
Zeynelabidin Zinar
[email protected]