Trump serdana şandeya DYA ya Pakistanê betal kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku wî destûr nedaye şandeya wî ya danûstandinan ku ji bo gera duyemîn a danûstandinan bi Îranê re biçe Pakistanê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî ji Fox News re got ku, nûnerên Amerîkî Steve Witkoff û Jared Kushner êdî ji bo danûstandinan bi Îranê re naçin Pakistanê.
Trump got : Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di şer de “hemû kart hene”, ji ber vê yekê şandeya wî ne hewce ye ku rêwîtiyek dirêj bike.
Li gorî serokê Amerîkayê, Îranî dikarin her dem bi Dewletên Yekbûyî re têkilî daynin, lê ew ne amade ye ku şandeya xwe bişîne danûstandinên ku ew wekî bêkêr dibîne. Trump got, “Hûn ê rêwîtiyek 18 demjimêran nekin da ku li wir rûnin û li ser tiştekî neaxivin.”
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî roja Şemiyê piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Pakistanê Newaz Şerîf re ji Îslamabadê ber bi Omanê ve çû.
Biryara Trump piştî wê yekê tê ku gera yekem a danûstandinan li Pakistanê ji ber nakokiya navokî rawestiya.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cezayên deryayî yên tund li ser Îranê ferz kirin û got ku heta ku ceza neyên rakirin, ew ê venegere ser maseya danûstandinên rasterast.


