Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, û Abbas Iraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, bi rêya telefonê axivîn.

Di peywendiyê de her du aliyan li ser geşedanên dawî yên rewşa herêmê de danûstandina bîr û ramanan kirin, herwiha tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehî û pêkanîna aştiyê li herêmê kirin.

Peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û çend mijarên din ên girîng ên her du aliyan, mijara din a vê peywendiya telefoniyê bû

Back to top button