Îran: Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye..!

Pasdarên Îranê dan xûyakirin ku, rewşa Tengava Hurmizê cardin di bin kontrola Îranê de ye.
Berdevkê Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî dibêje: “Piştî wê rêkeftina ku berê di dan û standinan de hatibû kirin, Komara Îslamî ya Îranê bi niyeteke baş razî bû ku hejmarek keştiyên petrolê û keştiyên bazirganiyê bi awayekî sînordar di Tengava Hurmizê re derbas bibin lê mixabin Amerîkî bi dubarekirina binpêkirina sozên xwe, karên çetetiya deryayî didomînin.”
Zulfîqarî got, “Ji ber vê yekê kontrola Tengava Hurmizê vegeriya rewşa xwe ya berê û di bin birêvebirin û kontrola tund a hêzên çekdar de ye. Heta ku Amerîka rê nede çûn û hatina azad û temam a keştiyan a ji Îranê ber bi cihên diyarkirî ve û berevajî wê, tengav dê bi tundî were kontrolkirin û vedigere rewşa berê.”
Doh Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihandibû ku hevdemî agirbesta li Libnanê, Tengava Hurmizê ji bo dema mayî ya agirbestê bi temamî li ber hemû keştiyên bazirganiyê vekirî ye.


