Daxûyaniya PDKê..

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje ku helwesta partiyê zelal e û em li dijî danûstandinên ku bêyî beşdarbûna partiyên siyasî yên ku nûnertiya gelê berxwedêr dikirin li ser bajarê delal ê Kerkukê hatin ferzkirin bûn. Rewşa heyî encama van danûstandinan e.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed Derbarê rewşa Kerkû de daxûyaniyek Ragihand.
Ev deqê Daxûyaniyê ye:
Hemwelatiyên hêja
Derbarê rewşa li Kerkukê de, em di Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de wekî her car piştgiriyê didin mafên civakên li Iraq û Herêma Kurdistanê û diyar dikin ku aramî û pêşveçûna welatê me bi misogerkirina mafên hemî civakên etnîkî, olî û mezhebî ve girêdayî ye.
Helwesta partiya me zelal e û em li dijî danûstandinên ku bêyî beşdarbûna partiyên siyasî yên ku nûnertiya gelê berxwedêr dikirin li ser bajarê delal ê Kerkukê hatin ferzkirin bûn. Ev rewşa heyî encam û berdewamiya van danûstandinan e!
Me di Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ji bo Kerkukê wekî welat û gelê wê yê delal gelek qurbanî dane, û hemî helwest û hewldanên me ji bo serbilindî û bextewariya wan bûne.
Mehmûd Mihemed
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê
16ê Nîsanê

