“Kudsa Kurdistanê” pêşkêş dikin..!

Berdevkê YNKê bi awayek fermî dayîna parêzgeriya Kerkûkê ji bo Tirkmena piştrast kir.
Berdevkê YNKê bi fermî ragihand: Em serbilind in ku me parêzgariya Kerkukê daye Tirkmenan…
Tevî hemû nerazîbûnên ji raya giştî û di nav rêxistina xwe de, YNKê biryara xwe ya dayîna parêzgariya Kerkûkê ji Tirkmenan venekişand.
Berdevkê YNKê Karwan Xeznayî di daxuyaniyek çapemeniyê de biryar parast û got:
Îro roja guhertina parêzgariya Kerkukê ye. Em ji bo xizmetên wî yên heta niha spasiya Rebwar Bey dikin.
Ev siyaseta YNKê berdewamiya siyaseta Mam Celal e. Biryara me ya dayîna parêzgariyê bi çanda jiyana hevbeş ve girêdayî ye. Mam Celal berê dixwest ku hemû gel xwedî mafên wekhev bin, di asta ji sedî 33 de. Em niha vê yekê pêk tînin.
Parêzgariya Kerkukê bi tu awayî têkiliyek nêzîk bi hilbijartinên serokatiyê re tune. Me ev peyman du sal berê çêkir. Ji ber ku em partiyek rastgo ne, em soza xwe digirin.

